Ceylan: Betalkirina Stenbolê berdewama darbeya li hemberî HDP’ê ye 2019-05-09 11:22:25   AMED – Hevşaredarê Rezan Zeyat Ceylan diyar kir ku betalkirina hilbijartina Stenbolê berdewama zihniyeta qeyûm û darbeya li hemberî HDP’ê ye û wiha got: "Berpirsiyariya tevgera hevpar a hêzên demokrasiye ya li hemberî vê faşizmê heye."    Lîjneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) serlêdana betalkirinê ya AKP’ê qebûl kir û biryar da ku hilbijartina Stenbolê di 23’ê hezîranê de bê nûkirin. Hevşaredarê Rezan Zeyat Ceylan ku ji sedî 70’ê dengan hat bilbijartin û bi hinceta ku bi KHK’ê ji kar hatiye avêtin YSK’ê mazbata wî nedayê biryara YSK’ê ya Stenbolê nirxand. Ceylan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser helwesta YSK’ê ya li hemberî xwe û got: "Dê gel helwesta YSK’ê ya li hemberî min qet qebûl neke."     ‘BAWERIYA GEL JI HIQÛQÊ NEMA YE’   Ceylan diyar kir ku zilma li hemberî wan hatiye kirin bi destê YSK’ê li Stenbolê jî hatiye kirin û wiha got: “Zilm li kurê dibe bila bibe divê mirov li hember derkeve. YSK bûye saziya AKP’ê û endamên wê li gorî şert û mercên hiqûqê tevnagerin. Ji ber vê yekê baweriya mirovan a ji hiqûqê ji holê rakiriye.” Ceylan di berdewamê de jî destnîşan kir ku bi destê YSK’ê li hemberî wan darbe hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Pêvajoya Stenbolê jî berdewama zihniyeta qeyûma û vê darbeyê ye.”   Ceylan herî dawî bal kişand ser têkoşîna hevpar a li hemberî faşîzmê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Hemû îttîrazên me hatin redkirin. Partiyên siyasî dema ku li hemberî vê helwesta YSK’ê ya li hemberî me derketina dê pêvajoya Rezan pêk nehata. Heke  partiyan li hemberî vê yekê reflekseke xurt nîşan bidana dê encama îro li Stenbolê derketiye holê derneketina. Berpiryariya tevgerandina hevpar a hêzên demokrasiye ya li hemberî vê faşîzmê heye.”    MA / Mehmet Şah Oruç