Li Mexmûrê koma 49'emîn grev dewr girt 2019-05-09 11:04:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 145'an de ji aliyê komek nû ve hat dewr girtin. Li aliya din greva birçîbûnê ya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî, di roja 110’an de didome.   Berxwedana greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 145'an de ji aliyê koma 49'emîn ve hat dewr girtin. Merasîma dewrgirtinê  bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.   Di merasîmê de li ser navê koma 48’emîn Sebriye Îşlek axivî û got: “Em jî weke koma 48’emîn xêrhatina koma 49’emîn dikin. Em dibêjin heta em tecrîda girankirî ya li ser Rêberê xwe neşîkênin Rêber Apo azad nekin faşîzmê ne hilweşînin wê berxwedana me berdewam be. Em ê vê faşîzmê hilweşînin. Herî dawî parêzer çûn gel Rêbertiyê. Dîsa jî kêfxweşiyek mezin bû, lê belê ev hevdîtin ji bo şikandina tecrîdê kêm pir kême. Pêwîste dewlet hîn gavên mezintir bavêje wê ev yek ji bo dewlet jî wê hîn baştir be. Ew mirovên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin em bang li wan jî dikin ku xwedî li erkê xwe derkevin û êdî dengê qêrîna berxwedanvanên di zindanan de û çalakvanên di greva birçîbûnê de bibihîsin.”   Piştî koma 49'emîn greva birçîbûnê dewr girt, merasîm bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Bijî Berxwedana Zindanan" bi dawî bû.