‘Îradeya gel li Stenbolê cuda û li Kurdistanê cuda nabe’ 2019-05-09 10:33:15   ENQERE – Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku divê her kes bertek nîşanî pêkanîna nokteya ewlehiyê û amûra X-Ray yên dixwazin li Cizîr, Silopiya û Hezexê bicih bikin bide û got: “Îradeya gel li Stenbolê cuda û li Kurdistanê cuda nabe.”    Li ser fermana Walîtiya Şirnexê şeva 7’ê gulanê polîsan li şaredariyên Cizîr, Silopiya û Hezexê nokteyên ewlehiyê û amûra X-Ray bicih kirin. Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran vê mijarê nirxand û bertek nîşan da.    Başaran da zanîn ku piştî hilbijartina 31’ê Adarê her roj ew bi pêkanînek bêhiqûqî re rû bi rû dimînin û bêhiqûqiya li dijî partiya wan bi redkirina serlêdanên encamên hilbijartinê ya partiya wan û biryara YSK’ê ya nedayîna mazbatayên hevşaredarên wan dest pê kir. Başaran anî ziman ku pêkanînên rewşa awarte (OHAL) bi rêbazên nû di dewrê de ne û nedayîna mazbatayan versiyonek nû ya wek tayînkirina qeyûman e.    ‘DIXWAZIN ŞAREDARIYA VEGUHERÎNIN QEREQOLAN’    Başaran diyar kir ku bicih kirina kulubeyên polîsan û amûra X-Ray a li ber deriyên şaredariyên HDP’ê nayê qebûlkirin û got: “Wezîrê Karê Hundir û îktîdar nikare biryara kî bikeve hundir û derkeve bide. Şaredarî cihê xizmeta gel û saziya xwecihî ye. Pêkanîna wan a qereqolî nayê qebûlkirin. Ev metota nû jî wek tayînkirina qeyûman dide nîşandan. Dixwazin şaredariyan veguherînin qereqolan. Dixwazin têketin û derketina şaredariyan bixin bin kontrola xwe. Dixwazin gel û şaredariyê ji hev qût bikin.”    ‘CUDAKIRINA ÎRADEYA GELÊ CIZÎRÊ Û STENBOLÊ NE MIMKIN E’    Başaran destnîşan kir ku bi hêceta “li dijî çalakiyên rêxistina terorê” amûrên X-Ray li ber şaredariyên Cizîr, Silopiya û Hezexê tevî hemû nerazîbûn û îtirazan jî bicih kirin û wiha got: “Bicihkirina vê pêkanînê tenê li ber şaredariyên HDP’ê pirsên di serê mirovan de zêde dikin. Dê bi vê pêkanînê wek tayînkirina qeyûman a 2016’an bixin meriyetê gelo? Biryara derbarê 26 navçe û bajarên Kurdistanê hatine girtin tu belgeyek xwe palpiştî bikin nîne. Di vî warî de herî kêm divê her kes bi qasî Stenbolê hestiyarî nîşan bide. Heke îro li Cizîrê bêhiqûqiyek hebe, meseleyek girîng e. Nedayîna mazbataya KHK’iyan jî bi qasî Stenbolê meseleyek girîng e. Di hiqûq û demokrasiyê de meseleyên girîng an jî negirîng nînin. Nîşandana îradeya gel a li Stenbolê, Enqereyê û Îzmîrê cuda nîşandan û îradeya gel a li Kurdistanê cuda nîşandan nabe. Tiştek wiha ne mimkin e. Tenê divê ne gelê Cizîr, Silopiya û Hezexê divê hemû gelên Tirkiyeyê di vê meseleyê de bibin yek deng.”    ‘EW POLÎS BI BACÊN GELÊ CIZÎRÊ MÛÇE WERDIGIRE’   Başaran bi zimanek tund gotinên “Belê ez li dijî qanûna tevdigerim” a midurê emniyeta Cizîrê ku ji Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig re got rexne kir û got: “Bila ew polîs ji bîra neke bi bacên gelê Cizîrê mûçeyê xwe werdigire. Helwest û bêcîdiyet û bêperwabûna polîsan nayê qebûlkirin. Yên ku wek vî polîsî xwe har û dîn dikirin û digotin li dijî qanûnan derdiketin îro di girtîgehan de dirizin.”    TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ DÊ BIDOME    Başaran got gel bertek nîşanî vê pêkanînê dide û dê li dijî van pêkanînan hem têkoşîna wan hiqûqî dewam bike û hem jî dê teşhîr bikin.    MA / Bêrîvan Altan