Polîsan 4 kesên di greva birçîbûnê de ne binçav kir 2019-05-09 10:02:49 WAN – Polîsan bi ser çalakgerên greva birçîbûnê yên dorveger ên li avahiya HDP’ê ya Wanê de girt û 4 kes binçav kir.  Ji bo piştevaniya çalakgerên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Wanê welatiyan dorveger greva birçîbûnê didomînin. Polîsan serê sibê bi ser avahiya HDP’ê de girtin û Miyaser Aslan, Berfîn Aslan, Zozan Bor û Oktay Narînçitan binçvav kirin.    Binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Wanê.