Bertek nîşanî Waliyê Dersimê dan: Hûn nikarin nirxên me yên pîroz bieciqînin 2019-05-09 09:26:16 DERSIM – Waliyê Dersimê Tûncal Sonel, li gel navê Fatma Ana navê xwe jî li pira ku da çêkirin kir. Hevseroka Giştî ya DAD'ê Selda Guneş bertek nîşanî vê yekê da. Guneş, diyar kir ku Fatma Ana ne ew nav e ku bê eciqandin û got, divê navê pîroz berbayî polîtîkayên rojane neyên kirin.    Waliyê Dêrsimê Tûncay Sonel, navê "Ana Fatma Valî Tûncay Sonel" li pira ku li ser Çemê Mûnzûrê da çêkirin kir. Şêniyên bajêr û rêxistinên civaka sivîl bertek nîşanî vê yekêd a.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAd) Selda Guneş, diyar kir ku Ana Fatma ji bo wan naveke pîroz e û divê bi tu awayî berbayî polîtîkayên rojane neyê kirin. Guneş, anî ziman ku elewî tu carî nasên kesên pîroz li cihekî nakin.    Guneş, diyar kir ku polîtîkaya înkar û îmhayê ya li hemberî baweriya elewîtiyê heta niah didome û got: "Li dijî hemû zilm ûz ordariyan em bi baweriya xwe hatin heta vira. Lê ji ber Şîmîr Mervanên di nav xwe de, em tu carî ev qasî neketibûn zor û zehmetiyê. Her diçe hejmara kesên ji bo du loqmeyan nirxên xwe didin ber nîqaşkirinê  an jî zirarê didin vê rêyê zêde dibin."    'ANA FATMA NE EW NAVE KU BÊ ECIQANDIN'   Guneş, cardin bal kişand ser navê pirê û got: "Li Dersimê, li nêzî ziyareta Ana FAtma pirek hatiye çêkirin û navê 'Ana Fatma Valî Tûncay Sonel' lê hatiye kirin. Çawa u Yezîd û Zeynep Ana du îfadeyên dijber bin, kesê ku navê xwe li vê pirê kiriye jî bi heman tişt e.    Em talibên Ebû Tûrab Alîyel Mûrtezan e. Navê dayik û hevjîna Ebû Tûrab Fatma ye. Her wiha em ji Gurûhî Naciye jî tên. Yanî wexta hîn erş û ferş tune bû ew nûra qubeya Rahman bû. Navek wê Mê Meryem û navek wê jî Fatma bû. Navê kesa ku Meclîsa Çilan ji bo wê nimê dike Ana Fatma ye. Loma ji bo me deyneke ku divê em qîmeta Ana Fatma bianibin. Divê demildest navê pirê bê guherand. Navê Ana Fatma ne ew nav e ku di bin piyan de bêe ciqandin."    MA / Semra Turan