Dayikan bang kir: Gavan bavêjin 2019-05-09 09:23:50 RIHA - Dayikên ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de çalakiya rûniştinê li dar dixin, bang li hikûmetê kirin ku gavan bavêje.  Dayikên ku zarokên wan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, li avahiya HDP'a Wêranşarê ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê çalakiya rûniştinê li dar dixin, bang li rayedarên hikûmetê û Wezareta Dadê kirin û gotin: "Hûn ê kengî qanûnên xwe pêk bînin?"    ‘BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE, GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BIQEDIN'    Necla Kanar ku kurê wê Mehmet Kanar ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Xarpêtê di greva birçîbûnê de ye, got: "Em dixwazin rojek berî rojekê ev tecrîd bi dawî û zarokên me dev ji greva birçîbûnê berdin."    Bedriye Ûlûtaş ku kurê wê Alî Ûlûtaş ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Rihayê di greva birçîbûnê de ye, got: "Em tenê aştiyê dixwazin. Bila rayedarên hikûmetê û Wezareta Dadê li gor qanûnên xwe tev bigerin û wan pêk bînin. Ma li benda mirina mirova ne?"    'BILA DAXWAZ BÊ QEBÛLKIRIN'    Mulkiye Guzel ku kurê wê Serhat Guzel ji 5'ê Çileyê ve li Girtîgeha Odemîş a Îzmîrê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku tenduristiya kurê wê qet nebaş e û got: "Li dijî tecrîdê ji destê kê çi tê divê demildest bike. Her sibeh wexta hişyar dibim ditirsim xebera mirinê bibihîsim. Daxwaza zarokên me daxwazeke mafdar e. Tiştekî zêde naxwazin. Divê daxwaza wan bê qebûlkirin da grev bi dawî bibe."    Suheyla Çelîk ku destekê dide dayika jî destnîşan kir ku tecrîd sûc e û diyar kir ku kesên bêdeng dimînin jî dibin hevparê vî sûcî û got: "Eger gelê Tirkiyeyê demokrasiyê dixwaze, nexwe divê dengê xwe li dengê gelê kurd zêde bike."    ‘EW LI HUNDUR EM JÎ LI DERVE LI BER XWE DIDIN'    Nafîa Oztaş ku kurê wê Mehmet Oztaş ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di greva birçîbûnê de ye, got: "Daxwaza wan daxwaza me ye. Heta ew li ber xwe bidin em ê jî li ber xwe bidin. Ew li hundur, em jî li derve li ber xwe didin. Divê her kes xwedî li vê berxwedanê derkeve."    ‘BERÊ CENAZE DERKEVIN BILA BÊ ÇARESERKIRIN'    Rabîa Ekîncî ku kurê wê Nûrûllah Ekîncî di Girtîgeha Tîpa T a sêwregê de ye, got: "Her roj zarokên me li be rçavên me dihelin." Ekîncî, diyar kir ku daxwaza girtiyan tenê pêkanîna qanûnê ye û got, berî cenaze ji girtîgehan derkevin divê ev pirsgirêk bê çareserkirin û bang li her kesî kir ku xwedî li girtiyan û daxwaza wan derkevin.