Şaredariya Rihayê ne xera dike ne jî dihêle mirov saz bikin 2019-05-09 09:23:00 RIHA – Malên ku li quntarên Keleha Rihayê ne, piranî jê heqê wan nehatine dayîn û nehatine rûxandin. Her wiha 6 sal in jî nahêlin şêniyên taxê xaniyên xwe saz bikin.  Li Taxa Yakûbiye ya navçeya navendî Eyyûbiye ya Rihayê, ji bo xaniyên mistaqil ên li quntarên Keleha Rihayê, biryara veguehrandina bajêr hatibû dayîn. Lê bedêlên ji bo van xaniyan nehatin dayîn û her wiha şaredarî nahêle welatî xaniyên xwe saz bikin jî. Şaredariyê, 6 sal berê di çarçoveya îstimlaqkirinê de ev xaniyên navbirî dan ber îhaleyê. Tenê ên li pêşiya kelehê hatin rûxandin, lê belê ên din nehatin rûxandin. Ji ber pereyê fîrmaya ku îhale girtiye nemane xebatên xwe dane sekinandin.    Şêniyê taxê Ridvan Tekçakmak, diyar kir ku 6 sal berê der barê wan de biryara rûxandinê hat girti û hatibû gotin wê heqê xaniyên wan bidin. tekçakmak, got: "Soz dan, lê sozê xwe bi cih neanîn. Niha li vira mirov ji mar û dûpişkan nikare derbas bibe. Lê ji rayedaran ti kes daxuyaniyekê jî nade. Li vira tu ewlehiya me tune ye. Di dema hilbijartinê de tên, hin sozan didin lê sozên xwe bi cih naynin."    ‘DIBE XWE BI XWE XERA BIBIN'    Şêniyê taxê Eyup Kuçuk jî, diyar kir ku hatine mexdûrkirin û got: "Dibe ji nişkave hilweşin. Ne xera dikin ne jî dihêlin mirov saz bikin. An xera bikin an jî bihêlin bira mirov xaniyên xwe saz bikin."    Mehmet Kuçu jî got: "Hêla pêşî rûxandin, lê hêla paş ma. Dibêjin 'pere nemaye.' Êdî em hew îdare dikin bila hel bikin."    Têkildarî mijarê em li Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê geriyan, Midûrê Daîreya Emlak û Îstimlaqê Fadil Devecî, got ew nikarin der barê vê mijarê de tiştekî bibêjin.