Kaboglû: Tecrîd nayê qebûlkirin 2019-05-09 09:22:17 STENBOL – Parlementerê CHP'ê û Hiqûqnasê Qanûna Bingehîn Îbrahîm Kaboglu, bal kişand ser Qanûna Bingehîn û PMME'yê û got: "Tecrîdkirina kesekî nayê qebûlkirin."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 183'yan de didome. Bi heman daxwazê çalakiya bi hezaran girtiyî jî didome. Her wiha çalakiya rojiya mirinê ya 15 girtiyan jî ji 30'yê Nîsanê ve didome.    Parlementerê CHP'ê û Hiqûqnasê Qanûna Bingehîn Îbrahîm Kaboglû, çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li Îmraliyê nirxandin.    ‘LI DIJÎ HIQÛQÊ YE'    Kaboglû, destnîşan kir ku di pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê û Ewropayê de cihê tecrîdê tune ye û divê mirov di çarçoveya mafên girtiyan de nêzî vê yekê bibe. Kaboglû, bilêv kir ku tecrîdkirina kesekî derî hiqûqê ye û got: "Girtin û hikumxwarina kesekî tê wateya ji bo sûcê kiriye. Jixwe girtina wî bi tena serê xwe mueyîde ye. Ji bilî vê divê ji mirovên din, ji malbarê û ji erdnîgariya wî neyê dûrxisyin. Dûrxistina vê yekê li dijî hiqûqê ye."    ‘DIVÊ EM LI SER ÇARESERKIRINÊ HÛR BIBIN'    Kaboglû, diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ne ew çalakiyên baş in û got: "Di Qanûna Bingehîn û di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de ji bo mafan gelek rê hene. Piştî ev rê dixitimin mirov serî li rêyên îstisnaî didin. Ji dêvla ku mirov dilê mirovan bibîjîne çalakiya greva birçîbûnê, divê mirov xwedî li doz û armanca wan derkeve û li ser çareserkirinê hûr bibe."    Kaboglû, daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê nirxandin û destnîşan kir ku divê rêveberên dewletê li gor pîvanên Qanûna Bingehîn tev bigerin. Kaboglû, bi bîr xist ku qanûneke bingehîn a Tirkiyeyê heye û got: "PMME jî heye. Em ji dewletê dixwazin ku li gor pîvanên vê peymanê û Qanûna BIngehîn tev bigerin. Mafê darizandinê yê adilene heye. Ev maf di Qanûna Bingehîn de hatiye diyarkirin. Mafên girtiyan hene. Ev jî hatine diyarkirin. Di nav van de îşkence û muameleyên nebaş qedexe ne. Ji bo demeke dirêj tecrîdkirina kesekî nayê qebûlkirin. Mafê wan e ku hevdîtinê bi parêzerên xwe, bi malbatên xwe, bi derdorên din û bi girtiyên din re çêbikin. Divê em siyasetmedar, bijîşk, rojnamevan hwd. vê yekê biparêzin. An jê eger em bêjin 'te baş kiriye, tu di greva birçîbûnê de ye, dewam bike', wê çaxê wê pirsgirêk çareser nebe. Divê em dîtina xwe di rêya heqî û hiqûqê de bia wayekî aşkere bilêv bikin."    ‘RÊVEBER, QANÛNA BINGEHÎN BIN PÊ DIKIN'    Kaboglû, mudaxilekirina polîsan a li çalakiyên malbatên girtiyan jî nirxand û got: "Xizmên girtiyan dikarin doza mafê xwe bikin. Dikarin çalakiya rûniştinê li dar bixin. Ew jî dikarin têkevin greva birçîbûnê. Li derve dikarin azadiyên xwe bi kar bînin. Ev yek heta azadiya hin kesên din bin pê neke û veneguhere şidetê, dikarin çalakiyan li dar bixin. Ev çalakî ji aliyê Qanûna Bingehîn ve jî tê parastin. Lê mudaxileyên tên kirin li dijî hiqûqa dewletê ne. Rêveber, qanûna bingehîn bin pê dikin."    MA / Ferhat Çelik