'Hikûmet li şûna aloziyê divê gavên bi bawerî bavêje' 2019-05-09 09:18:37 ÎZMÎR – Çalakgerê greva birçîbûnê Îsa Îpeklî, 139 rojin li dijî tecridê di greva birçîbûnê de ye û li ber xwe dide. Birayê Îsa Îpekli, Îhsan Îpeklî, diyar kir ku piştî parêzeran 8 sal şûnde bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, hêviya wî bêtir bû û wiha got: "Lê divê hikûmet ferkirinekê pêş nexe. Divê gavên şênber û bi bawerî bavêje."    Li tevahiya Girtîgehên Tirkiye, bi hezaran girtiyên PKK'ê û PAJK'ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. 15 girtiyên siyasî jî bi heman armancê di rojiya mirinê de çalakiya xwe berdewam dikin. Yek ji girtiyên siyasî yên 139 rojin di li Girtîgeha Tîpa T a Kiriklar a Îzmirê di greva birçîbûnê de ye, Îsa Îpeklî ye. Îpeklî, bi armanca tercîd bi dawî bibe bi biryar çalakiya xwe berdewam dike. Îpeklî, bi îdîaya “Rêveberiya rêxistinê" hat girtin û 530 sal ceza lê birîn. Îpeklî ji 2008'an heta niha girtî ye. Birayê Îsa Îpeklî Îhsan Îpeklî ku li Îzmirê dijî bal kişand ser armanca greva birçîbûnê û têkoşîna girtiyan û wiha got: "Birayê min û bi hezaran girtiyên siyasî bi armanca tecrîd bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kirine. Ez hurmetê nîşanî biryara wan didim. Îpeklî, Piştî çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir, hevdîtinên bi girtiyan re asteng kirin. Hêj dayika min a 82 salî nizane ku birayê bin di greva birçîbûnê de ye. Gelek caran dayika min dixwaze biçe kurê xwe bibîne. Lê her carê em bi hincetekê wê îkna dikin ku neçe nebîne."    'EM JI ÇALAKGERAN MORAL DISTÎNIN'   Îhsan Îpeklî, anî ziman ku piştî birayê wî dest bi greva birçîbûnê kir heta niha 22 kilo daye û wiha axivî: "Dema em diçin ziyareta girtiyan em ji birayê xwe û girtiyên din moral distînin. Dema em diçin hevdîtinê em pir xemgîn in. Lê em moralê ji bo mehekê ji wan distînin û vedigerin."    DEMOKRASÎ Û EDALETÊ DIXWAZIN   Îpeklî, anî ziman ku hem li girtîgehan û hem jî li derve bi hezaran kes li dijî tecrîdê di çalakiya greva birçîbûnê de ye û wiha berdewam kir: “Tecrid faşizm e. Faşîzm dikuje. Çalakger dixwazin ev tecrid bi dawî bibe. Li gel Leyla Guven 3 parlamenterên HDP’ê li Amedê di grevê de ne. Ger ku derdê van mirovan ên heq, hiqûq û edaletê tune be çima dikevin grevê. Ji ber ku çar aliyê welatê ku 82 milyon mirov lê dijî gav bi gav jê hez dikin û ji bo ku hiqûq, edalet û demokrasiyê dixwazin ketine grevê. Dixwazin demokrasî û edalet bê vî welatî. Li gel ku ew qas mehin di grevê de ne, hêj hikûmetê daxwazên wan pêk neanîye. Êdî tenduristiya wan di bin talûkeyê de ye."    SAET ÊDÎ PIR GIRÎNG IN   Îpeklî, destnîşan kir ku êdî kêlî û saet jî pir girîng in û wiha bi dawî kir: "Divê êdî her kes dengê xwe bêtir bilind bikin. Dîroka Komara Tirkiye 100 sal derbas bû, lê îro hin kes li Tirkiye bi awayekî çeteyî hemû gelê Tirkiye tehdît dike û serbest digere. Li aliyê din Mamoste Ayşe ji ber got 'bila zarok neyên kuştin' îro girtî ye. Em bi zarokên xwe serbilind in. Em naxwazin tu kes jiyana xwe ji dest bidin. Hevdîtina bi Ocalan re hêvîya me mezintir kir. Parêzerên Buroya Hiquqê ya Asrînê piştî 8 salan bi Ocalan re hevdîtin kir. Ve yekê bêtir hêvî da me. Di 30'ê Nîsanê de 15 girtiyan dest bi rojiya mirinê kir. Divê edî hikûmet gavên şênber, mayinde û bi bawerî bavêje. Lê hikûmet hewl dide ku elimandin û hişekî ava bike. Divê êdî gavên ji dil bavêje û tecrîdê rakin."    MA / Nimet Olmez