'Li dijî kincên yek rengî’ belavok belav kirin 2017-11-15 16:22:40   STENBOL - Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa (ÎHD) Stenbolê li dijî pêkanînên “Kincên yek rengî” belavok belav kirin.     Komîsyona Girtîhan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Stenbolê, ji bo balê bikişîn in ser pêkanînên “Kincên yên rengî” yên li girtîgehan, li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê belavok belav kirin. Komîsyonê di belavoka bi ser navê “Li girtîgehan ji pêkanîna kincên yek rengî re na!” de ev tişt nivîsandin: “Ev pêkanîn di asta cezakirina şikandina rûmetê deye. Îşkence, pêkanînên zalimane, dij mirovî, kêm xistin û muameleyên şikandina rûmetê û cezayên din sûcin. Pêkanîna kincên yek rengî ne tenê li ser girtigehan, li ser hemû civakê tê ferzkirin.”    'LI DIJÎ MAKEQANÛNÊ YE'   Yek ji parazvanê mafê mirovan ku belavok belav kir Sevîm Kalman, diyar kir ku bi OHAL’ê re li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûn û wiha axivî: “Pêkanîna kincên yek rengî girtî qebûl nakin. Ev pêkanîn li dijî makeqanûnê ye û divê demildest bê rakirin.”   'DIVÊ DEMILDEST BÊ RAKIRIN'   Xwendakarê zanîngehê yê belavok belav kir Arat Yildirim jî, da zanîn ku ferzkirina kincên yek rengî, yek ji pêkanînên faşîzmê ye û wiha got: “Ev pêkanîn li ku dera cîhanê hebe, divê demildest ji holê bê rakirin.” Welatiyê binavê Ejder Şengezer jî got ku divê hemû kes li dijî vê pêkanînê derbikevin.