Mizrakli: Pêdivî ne bi amûra X-Ray bi aqlê selîm heye 2019-05-08 20:19:43   AMED – Polîsan xwestibû bi darê zorê amûra X-Ray û qulûbeya polîsan li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi cih bikin. Hevşaredar Selçûk Mizrakli, diyar kir ku polîsan ji wan re gotiye "bi şaşî çêbûye" û got: "Me daxwaza tiştekî wisa nekiriye û pêdiviya me bi tiştekî wisa jît une ye. pêdiviya Tirkiyeyê bi aqlê selîm heye."    Piştî şaredariyên HDP'î yên Mêrdîn, Cizîr, Hezex û Silopiyayê ku polîsan bi zorê amûra X-Ray li ber deriyên wan bi cih kir, vê carê xwestin bi heman awayî li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî bi cih bikin. Lê belê ji ber belgeya polîsan a fermî tune bû peywirdarên şaredariyê nehiştin polîs têkevin şaredariyê. Polîs hîn jî tevî wesayîtên xwe yên zirxî li ber şaredariyê ne.    Piştî vê Hevşaredarê ŞBMA'yê Selçûk Mizrakli û endamên meclîsa şaredariyê hatin ber şaredariyê. Her wiha hevşaredarên Sûr û Peyasê û endamên meclîsên wan jî ji bo piştgiriyê hatin ber avahiya şaredariyê.      ‘PÊDIVÎ BI AQLÊ SELÎM HEYE'    Hevşaredar Selçûk Mizrakli têkildarî mijarê pirsên rojnameyan bersivandin. Mizrakli, diyar kir ku ji bo vê yekê tu tiştek nehatiye teblîxkirin û got: "Şaredarî, kesayetiyên tuzel in. Di warê ewlehiyê de tevdîrên şaredariya me hene. Yanî di warê pergala X-Ray û ewlehiyê de tevdîrên wê hene. Pêdivî bi tiştekî wisa tune ye. Tu daxwazekeme me ya di vî warî de çênebûye."   Mizrakli, destnîşan kir ku pêdiviya raya giştî ya Tirkiyeyê bi aqlê selîm heye û got: "Şaredarî malên gel in. Mala min e jî. Em ê xwedî li emaneta gel derkevin."    POLÎS: BI ŞAŞÎ ÇÊBÛYE    Polîsa, jî diyar kir ku ji ber li ber şaredariyê qelabalixî çêbûye ew hatine û ji bo ketian polîsan a şaredariyê jî gotin: "Bi şaşî çêbûye."