Cerdevan hevjîn û kurê xwe kuşt 2019-05-08 15:57:01   ÇEWLÎK – Li navçeya Kanîreş a Çewlikê cerdevanê bi navê Omer Dînler bi çeka xwe hevjîn û kurê xwe yê yek salî kuşt û 2 zarokên xwe jî birîndar kir.    Li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Kanîreş a Çewlîkê cerdevanê bi navê Omer Dînler (30) bi hevjîna xwe Songul Dînler (24) re ket nîqaşê. Di berdewama nîqaşê de cerdevan Dînler hevjîna xwe Dînler û zarokên xwe Fatîh (3) Efekan (1) û Yûsûf Dînler (6) bi çeka xwe birîndar kir.   Piştî bûyerê birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê. Li nexweşxaneyê li gel hemû mudaxaleyan jî Songul Dînler û Efekan Dînler nehatin rizgarkirin û jiyana xwe ji dest dan. Fatîh û Yûsûf Dînler jî piştî mudaxaleya destpêkê rakirin sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîkê hatin kirin.    Piştî bûyerê cerdevan Dînler teslîmê polîsan bû.