Balyozxaneya Swêdê Şaredariya Amedê ziyaret kir 2019-05-08 15:12:02 AMED - Wekîla Balyozxaneya Swêdê Tove Gronberg, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ziyaret kir. Wekîla Balyozxaneya Swêdê Tove Gronberg, Berpirsê Karê Siyasî Serkan Taş û Sernivîs Therese Svensson, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ziyaret kirin. Gronberg, di serdana xwe de, diyar kir ku ew yekem care tê herêmî û wiha got: “Ez keyfxweşim ku li Amedê me. Ji bo ku me xwest em derbarê herêm û Amedê de agahî bigirin, hatin serdanê.” Gronberg dûre serkeftin ji Mizrakli re xwest.    ‘JINAN HEWL DA MIROVAHIYÊ BIPARÊZIN’   Hevserok Mizraklî jî, da zanîn ku Îsveç di warê herêmî û giştî xwedî demokrasiyek başe û wiha got: “Em dizanîn ku di cîhanê de em ne  bi tenê ne. Bi awayekê hevbeş, piştevaniyek bi me re  heye. Em dixwazin sûdê ji tecrûbeyên Îsveç ên pergala demokratîk bigirin.  Em bûyerên di demên dawî de li Rojhilata Navîn hatin jiyîn dîtin. Hemû ji derveyî mirovahiyê bûn û hovanebûn. Mimkine ku em van êşan bi hevre derbas bikin. Bi taybetî jinan di vê mijarê de, nîşanî hemû mirovahî û me zilaman dan nîşandan ku mirov dikare vê yekê çawan derbas bike. Jin ne tenê ji bo jiyana xwe, ji bo hemû mirovahiyê hewl didin jiyanê biparêzin.”     Mizrakli di serdanê de,  plakeyek fîgûrê du teyrên du serî diyarî Gronberg kir.