Jinên li Wêranşar û Îzmîrê hatibûn binçvkirin, hatin berdan 2019-05-08 14:57:20   RIHA/ÎZMÎR - Li Wêranşarê du jinên binavê Zuleyha Çalman û Zeynep Kiyar ên hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edî hatin berdan. Hazal Yaşar a li Îzmîrê hatibû binçavkirin jî bi şertê kontrolê hat berdann.    Li navçeya Wêranşar a Riha di Îna derbas bûyî de, Zuleyha Çalman û mêvana wê Zeynep Kiyar hatibûn binçavkirin. Polîsan piştî îfadeyên wan girtin, sewqî edliyê kirin. Çalman û Kiyar bi sûcdariya "Endamtiya rêxistinê" îfade dan dozger. Dozger bi şertê kontrola edlî Çalman û Kiyar sewqî dadgehê kirin. Dadgehê bi şertê kontrola her du jin berdan.    HAZAL YAŞAR LI ÎZMÎR HAT BERDAN   Hezal Yaşar a ku piştî dayîna daxuyaniya malbatên girtiyan hat binçavkirin, piştî îfade da dozgeriyê serbest hat berdan.    Piştî daxuyaniya malabtên Girtiyan a di pêşengiya Komelya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re (TUHAY - DER) ku li avahiya HDP'ê ya Menemena Îzmîrê hat dayîn dayika girtiyê bi navê Ozkan Yaşar ê ji 1'ê Adarê de li Girîgeha Şakaranê di grevê de ye  Hezal Yaşar, hatibû binçavkirin . Yaşar piştî vê sibehê li Dozgeriya Îzmîrê îfadeya wê hat girtin bi şertê kontrola edlî hat berdan.