Dayikên girtiyan: Bi lez tecrîdê rakin 2019-05-08 14:50:17 AMED - Dayikên girtiyan ku li navçeya Rezan dema meşiyan û rastî astengiya polîsan hatin, piştî dorpêç û çalakiya rûniştinê dîsa meşiyan. Dayikan xwestin ji bo çalakî bi dawî bibe demek berî demekê tecrîdê bi dawî bikin. Dayik li pêş Girtîgeha Tipa L a Jinan a Bakirkoyê jî carek din li hev kom bûn û Zincîra Jiyanê ava kirin.   Dayikên girtiyan li Amed û Bakirkoyê çalakî pêk anîn û xwestin tecrîd bi dawî bibe. Dayikan li Stenbolê zincîra jiyanê ava kirin û bertekên xwe anîn ziman.    AMED    Dayikên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, ji bo bibin dengê zarokên xwe li Parka Koşuyolu ya Amedê çalakiya xwe dewam kirin. Dayik li gel Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz û Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan meşiyan Parka Koşuyolu. Polîsan li Durêyana Batikentê dayik rawestand û dorpêç kirin. Li ser vê yekê çalakiya rûniştinê li dar xist.  Polîsan dayik û zilam ji hev veqetand û kom cuda cuda dorpêç kir. Li ser vê yekê dayikan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Dayik, piştî demekê meşiyan avahiya Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatnên Girtiyan (TUAY-DER). Dayikan di meşê de dirûşmeya “Biji berxwedana zindanan" û "Destê li dayikan bilind bibe bila bişkê" berz kirin.    'EV DAYIK ÇI DIXAWZIN?'    Piştî dayik li pêş avahiya TUAY-DER'ê bi dayikên din ên hatibûn astengkirin re gihiştin hev li vir daxuyanî dan. Di çalakiye de parlamenterên HDP'ê Saliha Aydeniz, Remziye Tosun û Hişyar Ozsoy û Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî tevli çalakiya dayikan bûn. Li ser navê dayikan Nezahat Teke axivî û wiha got: "Ger ku dayik di vê germahiya Rojiya Rezemanê de li ber vê germê rûdinên, divê her kes li vê yekê bifikire. Divê bipirsin ka ev dayik çi dixwazin. Dilê dayikan dişewite. Em jî naxwazin li vir li erdê rûnên. Lê dayikên ku zarokên wan di girtîgehê de di çalakiyê de wê çawa rûnên?"    ‘BI LEZ TECRÎDÊ RAKIN'   Teke, anî ziman ku piştî Parêzeran bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û şûnde heviya wan mezintir bû û wiha got: "Bi heviya heviyekê em yek deqeyê ji pêş televîzyonan ranabin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe û çalakgerên di grevê de dawî li çalakiyla xwe bînin divê bi lez tecrîd bi dawî bibe."   Dayik piştre bi dirûşmeyan belav bûn.    STENBOL    Dayikên Girtiyan bi heman armancê li pêş Girtîgeha Tîpa L a Jinan a Bakirkoyê jî nobeta xwe berdewam kirin. Dayik ji bo nobetê carek din li pêş girtîgehê kom bûn û daxwazên xwe anîn ziman. Dayikên ku bi rojan rastî mudaxaleya polîsan tên, careke din li Rawestgeha Sîteya Zarokan a Rêya E-5 gihiştin hev. Polîsan disa hemû rêyên diçin girtîgehê girtin û destûr nedan ku dayik bimeşin. Dayikan ev helwesta polîsan şermezar kir û  çalakiya rûniştinê li dar xistin. Polîsan got 'Hîn ji vir ranebin ezê we binçav bikim' û gef li dayikan xwar. Lê dayikan bertek nîşanî polîsan dan û gotin "Hûn çi bikin bikin em îro ji vir ranabin" û biryardariya xwe anîn ziman. Polîsan nasnameyên dayikan di GBT'ê re derbas kir. Parezerê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Sezen Tekin û Kudret Tekin li ser vê yekê bi palîsan re hevdîtin kir. Lê ji ber encam derneket, malbatan li ser vê yekê Zincîra Jiyanê ava kirin. Dayikan xwestin heta avahiya HDP'ê ya Fatîhê bimeşin, lê piştî meşa demekê dîsa polîsan dayik dorpêç kirin.    Dayikên rastî dorpêça polîsan hatin dîsa bertek nîşan dan û gotin "Em ê sibê dîsa li ber Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoyê kom bibin. Dayikan bang li hemû dayakin kir ku li vir kom bibin. Dayikên ku kom bi kom ji cihê çalakiyê belav bûn polîsan ew heta nokteyekê şopandin.