Ji Şaredariya Cizîrê û Walîtiya Şirnexê daxuyaniya ‘X-ray’ 2019-05-08 13:26:46   ŞIRNEX –Şaredariya Cizîrê têkildarî bicihkirina cîhazê X-ray a li ber derê bînaya şaredariyê daxuyanî şermezarkirinê da. Walîtiya Şirnexê jî pêkanînê “Bergiriya ji bo astenkirina çalakiyên terorê” parast.   Duh saetên berê êvarê ji aliyê polisan cîhazê X-ray li ber derê Şaredariya Cizîrê ku di Hilbijartina 31’ê Adarê de ji aliyê HDP’ê ve hatibû qezenckirin, hat bicihkirin. Welatiyên ku vê pêkanîna bêyî agahdarnameya nivîskî pêk hat, şermezar kirin rastî mudaxaleya polisan hatin û Midurê Emniyeta Cizîrê ji Hevşaredar Mehmet Zirig re got ku ew li gorî qanûnan tev nagere.   Şaredariya Cizîrê û Walîtiya Şirnexê têkildarî vê bûyera ku duh saetên berê êvarê pêk hat daxuyaniyen nivîskî da.   JI ŞAREDARIYÊ ŞERMEZARKIRIN    Di daxuyaniya ku ji aliyê şaredariyê ve hat dayîn de berteka welatiyan a li dijî pêkanînê hat bibîrxistin û ev tişt hat gotin: “Di encama vê bertekê de barîkatên polisan hatine rakirin lê cîhazê X-ray bi hatina agahdarnameya nivîskî hatiye bicihkirin. Em vê pêkanîna bêqanûnî şermezar dikin û ji gelê xwe re radigihînin ku ji bo bidawîbûna pêkanînê dê serî li hemû rêyên hiqûqê bidin.”   WALÎTÎ: MEXSED ASTENGKIRINA ÇALAKIYÊN TERORÊ YE    Walîtiya Şirnexê jî di daxuyaniya xwe de angaşt kir ku li dijî hin şaredariyan bi armanca ku alozî derkeve û aramî têk biçe agahiyên çalakiyên terorê gihîştine ber destê wan û bi armanca astengkirina van çalakiyan, berdewamkirina xizmeta cemaweriyê û ewlehiya gel serî li vê pêkanînê dane.