Parlamenter Yildirim hem tahliye bû û hem jî nebû 2017-11-15 15:26:30 MÊRDÎN – Rûniştina doza Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, li Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Mêrdînê hat dîtin. Yildirim ji dosyeya girtîbû hat tahliyekirin. Ji ber ku Yildirim ji dozekê din tê darizandin biryara berdewamiya girtinê hat dayîn. Bi vî rengî Yildirim ji dozekê tahliye bû û ji dozekê tahliye nebû.    5'emîn rûniştina doza parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim a bi îdîaya “propaganda rêxistinê" kiriye û “gel sewqî kîn û nifrînê kiriye" dihat darizandin li 3’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdine hat dîtin. Di rûniştinê de parlamentera HDP'ê Aycan Îrmez, Mehmet Ali Aslan, rêveberên HDP û DBP'ê yên Mêrdin û gelek kesên din tev li rûniştina doze bûn. Rûniştina dozê 4 saet dereng dest pê kir. Yildirim, bi riya SEGBÎS’ê tev li rûniştina dozê bû.    Yildirim ku bi kurdî parastin kir diyar kir ku bi riya SEGBÎS'ê parastinê nake û xwest li hizûra dadger parastinê bike. Yildirim anî ziman ku darizandina bi vî rengî qebûl nake û dem xwest. Parêzer Erdal Kuzu, anî ziman ku di salên 90'an de jî wekîlên ku gel hilbijartibûn hati darizandin û dawiya dawî lêborîn ji wan hat xwestin û xwest heman tablo dîsa dubare nebe. Kuzu xwest muwekîla wî bê berdan.    Heyeta dadgehê jî piştî parastinê biryar da û der barê dosya ku niha Yildirim tê darizandin de biryara berdanê da. Dadgehê doz taloqî 31'ê Çile ya 2018'an kir. Dadgehê der barê doza bi îdîaya “rêveberiya rêxistinê" de jî biryara berdewama girtinê da."