Di doza Berkîn Elvan de rapora keşfê ne hat 2019-05-08 12:16:11 STENBOL - Di doza derbarê kuştina Berkîn Elvan ê di dema çalakiyên Parka Gezî de jiyana xwe ji dest da hat vekirin de, rapora keşfê ya di 10’ê Nîsanê de li cihê bûyerê hat kirin, teslîmî dadgehê nehat kirin û polîsên şahid jî, beşdarî danişînê nebûn.      12’emîn danişîna Berkîn Elvan ê di dama çalakiyên Parka Gezî de ji malê çû nan bistîne, lê li kolanê bi fîşeka bombeya gazê ya polîs Fatîh Dalgali birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest dabû, li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin.    Bersûc polîs Fatîh Dalgali bi SEGBÎS’ê û parêzarên aliyan beşdarî danişînê bûn. Dayika Berkîn elvan Gulsum Elvan, bav Samî Elvan û gelek kes danişîn şopandin. Piştî ku ewraqên ji danişînê re hatibûn, hatin xwendin, danişînê dest pê kir. Li aliyê din hat dîtin ku rapora keşfê ya li cihê Berkîn Elvan birîndar bû, teslîmî dadgehê nehatiye kirin.    BİLİRKİŞİNİN İBRAZINI İSTEDİ   Pispor ji bo rapora keşfê teslîmî şandeya dadgehê bê kirin, dem xwest. Şandeya dadgehê li ser vê yekê navberek kurt da danişîne û dûre ji bo rapor bê teslîm kirin, dem da pispor. Şandeyê di heman demê de biryar da ku polîsên şahid bên beşdarî danişînê bibin û ger neyin beşdar nebin jî bi zorê wan bînin beşdar bikin.    Şandeyê piştre danişîn taloqî 19’ê Hezîranê kir.    'EM CIVAK BIRÇIYÊ EDALETÊ YE'   Piştî danişînê malbata Berkîn Elvan û parêzerên malbatê, li ber edliyê daxuyanî dan çepemeniyê.    Bavê Berkîn Elvan Samî Elvan di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Endama keşfê nehat. 5-6 şahidên din jî hene, lê beşdarî danişînê nebûn. Emê di 19’ê Hezîranê de carek din lê derê bin. Emê benda encama raporê bimînin. Emê bi parêzerên xwe re têkoşîna xwe dewam bikin. Em birçîyê  hiqûq û edaletê ne. Hemû civak birçîyê edaletê ye. Va ye me hilbijartina Stenbolê dît. Va ye me encama dadgehê jî dît ku çawan dirêj dikin. Dem dermanê hemû tiştane. Dê derbas bibe. Êdî dawiya van hatiye. Ez hêvî dikim ku di demek herî nêz de, maf û edalet bi cih werin.”    'ROJA DAYIKAN NÊZ DIBE!'   Dayika Elvan Gulsum Elvan jî, anî ziman ku roja dayikan nêz dibe û wiha got: “Xelatên pi xweşik didin me dayîkan. Ev çend salin ez li ber deriyên edliyan, têdikoşim. Ferman da û zarokê min gule baran kirin. Li qadan ez şermezar kirim. Gelo niha roja min a dayikan pîroz dikin? Ewqas zarokên hatine qetilkirin hene. Yek ji wan jî roja dayikan pîroz nakin. Xelat pir xweşik dan me dayikan. Lê ez hêvî dikim ku ev edalet dê pêk were.”