Adolfo Perez Esquivel li dijî tecrîdê name ji CPT re şandin 2019-05-08 12:15:17 NAVENDA NÛÇEYAN -  Adolfo Perez Esquivel, li ser navê Xelatgirên Nobelê, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe nameyek ji Sekreterê Giştî yê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) Regis Brillat û endamê CPT'ê yê Tirkiyeyê Michael Neurauter re şand. Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Adolfo Perez Esquivel, li ser navê xelatgirên nobelê nameyek ji CPT re şand û hişyar kir. Esquîvel, anî ziman ku eger li dijî zextên dewletan ji bo bindestan nekeve nava tevgerê, wê demê wê hincetên hebûnê yên saziyên Ewropayê ji holê rabin. Name, li ser navê Xelatgirên Nobelê yên di mehên Çile û Nîsanê de ji bo bidawîbûna tecrîdê du caran bang kiribûn, hate şandin. Tevî nameyê rapora Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ya li ser rewşa li Kurdistanê û daxwazên ji bo bidawîbûna tecrîdê, ji CPT re ragihandin. Adolfo Perez Esquivel ku bi xwe jî girtiyekî siyasî yê berê ye, nameyeke xwe ya ji Ocalan re şandiye parve kir û got: "Ne tenê dema dirêj a girtinê, polîtîkayên tecrîdê yên kêfî jî rê li ber bêhiqûqiyeke cidî vedikin."    BANG LI CPT HATE KIRIN: SERDANA ÎMRALIYÊ BIKE   Esquivel di nameyê de got: "Em bi navê Xelatgirên Nobelê dibêjin ku divê CPT di mijara tecrîdê de hîn bi lezgînî û biryardarî tevbigere û diyar kir, yek ji bendewariyên wan ew e ku CPT tavilê serdana Îmraliyê bike. Bi ketina nava liv û tevgerê re CPT dikare dawî li vê rewşa bêhiqûqî bîne." Esquivel diyar kir, dema ku CPT piştî vê sekna polîtîk û civakî ya mehên dawî bikeve nava liv û tevgerê, wê karibe sîstema ku mafên bingehîn ên Kurdan û tevahiya civakê ji nedîtî ve tê, bê bandor bike. Di nameyê de hevdîtina roja Înê ya bi Ocalan re hate bibîrxistin û hate gotin, hevdîtin bi saya berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven û bi hezaran girtiyan û bi piştgiriya xurt a raya giştî ya ji bo vê berxwedanê, pêk hatiye Di nameyê de wiha hat gotin: "Li Ewropa, Emerîka û gelemperiya dinyayê gelek sazî bi navê parastina mafên mirovan tevdigerin. Li Ewropa, Emerîka û deverên din ên dinyayê, saziyên ku divê mafên mirovan biparêzin, eger ji bo mirovên ji ber tundiya dewletê êşê dikişînin bi biryardarî nekevin nava hewldanan, hingî wê sedemên hebûna xwe ji dest bidin. Bi dawîkirina polîtîkaya tecrîdê ji bo avakirina aştiyeke li Tirkiyeyê ku hurmetê nîşanî mafên kes û gelan dide, wê bibe gava destpêkê."