Dadgehê danişîna rojnamegeran taloq kir 2019-05-08 11:28:43   AMED - Danişîna doza 7 jê rojnameger 8 kesên bi hinceta ku bi nûçeyan Alîkarê Fermandarê Giştî yê Cendermeyan Musa Çîtîl hedef nîşan dane, tên darizandin hat dîtin û dadgehê danişîn taloq kir.   3’yemîn danişîna rojnameger Omer Çelîk, A.Vahap Taş, Çagdaş Kaplan, Selman Çîçek, Hamza Gunduz, Înan Kizilkaya, Kemal Sancili û Selîm Gonenç bi hêceta di hesabên medya xwe ya civakî de di serdema pevçûnên li navçeya Sûrê ya Amedê de nûçeya “Navê dorpêçê ’12 al’, navê serê pêşîn jî Mûsa Çîtîl” têkildarî Alîkarê Fermandarê Giştî yê Cendermeyan Musa Çitîl parve kirin, tên darizandin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.   SANCILI BI SEGBISÊ BEŞDAR BÛ   Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Ozgur Gundem Kemal Sancilî, ji ber ku ji dozek din li Girtîgeha Tîpa F Edîrne girtibû, bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerê Sancilî Prz. Resûl Tamûr jî di danişînê de amade bû.    Sancilî di paratina kir ku de, îdîa û sûcdariyên li ser xwe qebûl nekir.    DANIŞÎN TALOQ KIR   Şandeya dadgehê, ji bo fermana girtina derbarê Selîm Gonenç bê bi cih anîn, danişîn taloqî 2’yê Cotmehê kir.