Hunermendên piştgirî dan Îmamaglû morh kirin! 2019-05-08 11:04:27 NAVEND NÛÇEYAN - Serokê Daîreya Arşîv a Serokkomartiyê Mûhammet Safî, hûnermendên piştî biryara YSK’ê ya betalkirina hilbijartina Stenbolê, piştgirtî dan Ekrem Îmmoglû morh kirin. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, piştî biryara Desteya Hilbijartina Bilind (YSK) hilbijartina Stenbolê betalkir axivî û banga: “Êdî dê hemû kes biaxivin, hunermend dê bi axivin” kiribû. Gelek hunermendan piştgirî dan vê banga Îmamoglû û li ser medya civakî bi etîketa #Her tişt dê xweşik bibe” parvekirin, kirin.     Lê Serokê Daîreya Arşîv a Serokkomartiyê Mûhammet Safî, hûnermenên piştgirî dan Îmamoglû morh kirin.      Safî lîsteya navê hunermên morhkirî yên piştgirî dan Îmamoglû li ser medaya civakî bi nişeya “Qeyd” parve kir.   Mûhammet Safî, li ber bertekên zêde yên ji bo parvekirina wî hatin, hesabê xwe kir bin parastinê.