Li pêş şaredariyên HDP'ê cîhazên X-Ray bi cih kirin 2019-05-08 10:11:37 ŞIRNEX – Polîsan li pêşiya şaredariyên Cizîr û Hezexê yên HDP’î cîhazên X-Ray û li Şaredariya Sîlopî jî qulûbeyên polisan bi cih kirin. Polisan li Cizîrê mudaxaleyê kesên ku li dijî vê yekê derketin kirin. Midurê Polîsan ê Cizîrê ji hevşaredar Mehmet Zirig re got "Ez li dijî qanûnan tevdigerin" û keyfiyeta xwe nişan da.    Li pêşiya şaredariyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê ku HDP’ê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi ser ket û ji qeyûman stand, duh êvarê polisan cîhazên X-ray bi cih kir. Li pêş şaredariya Silopî jî qulûbeyên polisan bi cih kirin. Li Cizîrê saetên berê êvarê polisan têketin û derketina kuçeya ku bînaya şaredariyê lê ye girt û xwest cîhazê X-ray ku bi vîncê anî û barîyerên polisan li têketina bînaya şaredariyê bi cih bike. Li ser vê yekê hevşaredarên Cizîrê Mehmet Zirig û Berîvan Kûtlû, endamên meclisa şaredariyê û gelek xebatkar derketin pêşiya bînayê. Piştî demekê gelek welatî li kuçeya ku ji aliyê polisan ve hatiye girtin û TOMA li hatiye bicihkirin, kom bûn.     HEVŞAREDAR ZIORIG: QEYÛM NIKARE PÊKANÎNÊN KEYFÎ BIKE   Polisan diyar ku li ser talîmata ku ji wan re hatiye dê cîhazê X-ray û barîyerên polisan li pêşiya şaredariyê bi cih bikin. Hevşaredar Zirig bertek nîşanî rewşê da û diyar kir ku dê qeyûm nikare pêkanînên keyfî bike û wiha got: “Em ê serî ji qeyûm re daneynin.” Rayedarê polisan jî da zanîn ku biryara bi binasî heye û ne mecbûrin ku vê biryarê aşkera bikin.   Zirig destnîşan kir ku ji wan re agahdarnameya nivîskî nehatiye û wiha bangî gel kir: “Şaredarî ya me ye. Em vê yekê qebûl nakin.” Di vê navberê de li ser rakirina hin barîyerên polîsan demeke kurt gengeşî derket.   NÎQAŞA NAVBERA HEVŞAREDAR Û MIDURÊ EMNIYETÊ   Li ser gengeşiya ku derket Midurê Emniyeta Cizîrê jî hat pêşiya şaredariyê û bi hevşaredar Zirig re hevdîtin pêk anî. Midur angaşt kir ku ewlehiya welatiyên ku dikevin şaredariyê digirin û têkildarî mijarê wek navnîşan Walîtî û Qeyqamiyê ji hevşaredar Zirig re nîşan da û ev tişt got: “Wezareta ku ji me re dinivisîne ji we re jî dinivisîne. Ji bo vê yekê ji me re talîmat hatiye.”   Hevşaredar Zirig jî destnîşan kir ku agahdarnameyeke nivîskî ji wan re nehatiye û heta ku agahdarnameyek ji wan re neyê ragihandin dê destûr nedin pêkanîneke bi vî rengî û daxwaz kir ku ji wan re agahdarname bê şandin. Zirig ji polisan pirsa bê agahdarname dikarin biçin ciha kir. Li ser vê yekê midur jî ev bersiv da Zirig: “Teqez ji we re nivîsandine.”   MUDAXALEYÎ WELATIYÊN BERTEK NÎŞAN DA KIRIN    Ji ber ku ji nîqaşan tu encam nehat bidestxistin hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê li ber derê şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di vê navberê de welatiyan jî bi dûrişmeya ‘Tûndî nikarin me têk bibin’ piştgirî dan hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê. Li ser vê yekê Zirig çû cem welatiyan û ev tişt ji wan re got: “Hûn di 31’ê Adarê de li vîna xwe xwedî derketin. Dîsa dixwazin şaredariyê ji dest me bigirin. Lê em ê şopdarê vîna we bin.”   Dema axaftina Zirif li aliyê kuçeyê yê din dengê şermezarkirina pêkanîna polisan bilind bû. Polisan mudaxaleyî komê kir û welatiyekî ku navê wî nehat hînbûn binçav kir. Piştî ku rayedarên şaredariyê ketin navberê gengeşî bi dawî bû.    BELGE LI DIJÎ HIQÛQ Û ZAGONAN E    Piştî niqaşên bi saetan berdewam kir, polîsan çû belgeya ku îmzeya Qeymeqamê Cizîrê li ser heye anîn û diyar kirin ku bi hinceta ewlehiya cemaweriyê ev yek pêk anîne. Hevşaredaran xwest ku fermana di giştîname û belgeyan de çi heye fêr bibin. Hevşaredaran anîn ziman ku belge li dijî zagonan û hiqûqê ye.    Hevşaredar Zirig, bertek nîşanî polîsan da û got: "Hûn bi belgeyên li dijî zagon û hiqûqê tên cem me. Em van pêkanînan qebûl nakin. Ev belge li dijî hiqûqê ne. Qeymeqam nikare fermanê bide vir.    MIDÛRÊ POLÎSAN BELÊ EM LI DIJÎ ZAGONAN TEV DIGERIN   Midûrê Polîsan ê Cizîrê carek din hat şaredariyê û bi Hevşaredar Zirig re hevdîtin pêk anî. Hevşaredar Zirig, got "Ger hûn qebûl dikin ku li dijî zagonan tev bigerin emê vir ji were bihêlin, derkevin biçin."   Midûrê Polîsan ê Cizêrê jî anî ziman ku rêya zagonan vekirî ye û wiha got: "Ger ku rewşek keyfî hebe hûn dikarin li mafê xwe yê zagonî bigerin." Hevşaredar Zirig ji midûr pirsa "Hûn li dijî zagonan tev digerin" pirsî. Midûrê Polîsan jî got: "Erê em li dijî zagonan tev digerin." Li ser vê bersîva midûrê polîsan Hevşaredar ji avahiya şaredariyê derket.    Piştî niqaşên demdirêj polîsan cîhaza X-ray li avahiya şaredariyê bi cih kirin.    Hevşaredar Zirig piştre bertek nîşan da û diyar kir ku ew ê vê yekê îtîraz bikin û qebûl nakin.    LI SÎLOPIYÊ JÎ QULÛBEYA POLÎSAN DANÎN BER ŞAREDARIYÊ    Li navçeya Sîlopî jî piştî HDP'ê şaredarî qezenç kir, şevê din polîsan qulûbeyên polîsan li ber avahiya şaredariyê bi cih kir. Piştî hevşaredaran rewş bihîstin Hevşaredarê Sîlopî Adalet Fidan û Suleyman Şavluk û gelek kesên din hatin ber avahiya şaredariyê û bertek nîşanî polîsan dan.    LI HEZEXÊ JÎ CÎHAZA X-RAY DANÎN    Piştî li Cizirê û Sîlopiyê li navçeya Hezexê jî polîsan cîhaza X-ray danîn ber avahiya Şaredariya Hezexê. Hevşaredar Murat Şen hat şaredariyê û bi polîsan re hevdîtin kir.