Doza Kûrsa Quranê ya 6 zarok têde mirin: Berpirsyar qaymeqaym û muftî ne 2017-11-15 15:10:42 AMED - Li navçeya Pasûrê di Qursa Quranê de şewat derketibû û 6 zarokan jiyana xwe ji dest dabûn. Doza ku hat dîtin, meleyê bersûc beşdarî dozê nebû. Parêzeran aşkera kir ku berpirsyarên rast di Kûrsa Quranê de Qaymeqamê Pasûrê û muftîtiye û wan ewlehiya kûrsê negirtine. Di 1'ê Kanûna 2015'an de li gundê Benînê yê navçeya Pasûra Amedê di Kûrsa Quranê de şewat derketibû û 6 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 6 jî birîndar bûn. Doza der barê şewata li kûrsê de hat vekirin, rûniştina yekemîn hat dîtin.   Doza li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin, keyayê gundê Benînê yê wekî bersûcê dozê tê dîtin Ozcan Ceylan û bersûcên din û parêzerên muştakîl tev li dozê bûn, lê bersûcê di rêza yekemîn de cih digire û ji kûrsê berpirsyar ê bi navê Faruk Işik tev li dozê nebû. Biryara qebûlkirî ya îdianameyê hat xwendin û piştre evraqên ji dosyayê re hatin şandin hatin xwendin. Piştre 5 kesên di heyeta rûspiyên gund de cih digirin, parastinên wan hatin xwendin û li dosyayê hat zêdekirin. Hat diyar kirin ku bersûc Faruk Işik bi telîmatê îfadeya wan nehatiye girtin. Malbatên 2 zarokên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan, piştî bi talîmatê îfadeya wan hat girtin, daxwaznameyên ku şandibûn aşkera kirin ku ew ji bersûcan gilîdar in, wan xwestiye tev li dozê bibin, xizmên zarokên din jî aşkera kiribûn ku ew ne gilîdar in.   Parêzerê muştekîl Yunus Muratakan mafê axaftinê girt û destnîşan kir ku berpirsyar Qaymeqaym û Muftîtiya Pasûrê ye, ji ber ku der barê ewlehiya kûrsê de lêkolîn pêk neanîne. Bersûc Ceylan jî parastina xwe kir û da zanîn ku kesên tên darizandin di dosyayê de wekî qurban hatine hilbijartin. Piştî parastinê Heyeta Dadgehê xwest hemû belgeyên der barê kûrsê de bên berhevkirin û doz taloqî Sibata 2018'an kir.