Rismê ku xêz kir ji Leyla Guven re şand 2019-05-08 09:04:57 WAN – Şerafettîn Demîr ku li Girtîgeha Wanê di greva birçîbûnê de ye, ji bo Leyla Guvenê rismek çêkir û şand. Seyda Mehmet Cemal Demîr ku behsa kurê xwe kir, got: "Divê em bi hev re tecrîdê bişikînin."  Li Girtîgeha Wanê Şerafettîn Demîr ku ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 182 roj in di greva birçîbûnê de ye rismek çêkir û şand.    Demîr, rismê çêkir bi rêya malbata xwe ji Leyla Guvenê re şand.    Demîr, li ser rûpeleke spî rojek xêz kir, li orta rojê peyva "Azadî" nivîsandiye û li gel wê jî perikê çivîkekê xêz kiriye û li ser perik jî wêneyê Leyla Guvenê xêz kiriye. Demîr, bi peyva "Azadiyê" navê Nasir Yagiz, Sebahat Tûncel, Selma Irmak, Kîbriye Evren û gelek kesên din ên di greva birçîbûnê de ne daliqandiye. Her wiha Demîr, li ser tîrên roja ku xêz kiriye jî "Hişmendî, heqîqet, bawerî, girêdan, vîn, biryardarî, fedakarî, evîn û rastî" nivîsandiye.    Demîr, li biniya wêne jî ev tişt nivîsandine:    “Merhemet û şevqeta ku li bilindahiya dilê dayika xwedewand daniye, wexta bi hişmendiyê xurt dibe digihê ruhê Xeyrî û Kemalan û veguherî berxwedaneke bêhempa. Bawer dikim ku wê vîn û ev cehd û xîret bi ser bikeve. Serkeftin."    SÊ SAL IN DI HUCREYÊ DE YE    Demîr ku di sala 2011'an de hatiye girtin. Du caran cezayê muebeta giran û 60 sal ceza lê hatiye birîn.   Bavê wî Seyda Mehmet Cemal Demîr, diyar kir ku piştî ceza hatiye birîn 3 sal in kurê wî bi tena serê xwe di hucreyê de dimîne.    ‘JI BER BÊDENGBÛNÊ'    Bav Demîr, diyar kir ku sedema grevên birçîbûnê tecrîd e û got: "Bi bêdengiya ji bo tecrîdkirina Abdullah Ocalan xwestin parlementeran û gel teslîm bigirin. Dîs aem bêdeng man. Hevşaredarên me ji peywirê girtin, saziyên me girtin, hevserokên me girtin. Ji ber em bêdeng man, civak bi tevahî hat tecrîdkirin."    Bav Demîr, diyar kir ku lê belê niha malbat ligel zarokê xwe ne û got: "Heta dilopa dawî jî em ê dev ji doza xwe bernedin. Em xwedî li wan derkevin. Canek me heye, bila ew jî di oxiraa wan de bibe qurban."    Bav Demîr, destnîşan kir ku divê kesên xwedî wijdan xwedî li çalakgeran derkevin û got: "Ji bo tecrîd bi dawî bibe, divê em mil bidin milê hevdu."