Girtiyê nexweş ê 69 roj in di grevê de ye xwîn ji devê wî tê 2019-05-08 09:04:14 EDENE - Girtiyê nexweş Hadî Elçîçek ku li Girtîgeha Tarsûsê 69 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku xwin ji devê wî tê lê belê mirin jî tê de hebe ew ê dev ji berxwedana xwe bernede.  Li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Tarsûsê, girtiyê nexweş Hadî Elçîçek (51) 69 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Elçîçek, di 6'ê Gulanê de kurê xwe Serkan Elçîçek dît û destnîşan kir ku di asteke pir krîtîk de ne.    'SERKETIN NÊZ E'    Serkan Elçîçek, diyar kir ku bavê wî gotiye: "Moralê me pir baş e. Rewşa hin hevalên me nebaş e. Ez jî di nav de xwîn ji devê gelek hevaln tê. bedêl çi dibe bila bibe em ê bigihên armanca xwe. Heta tecrîd bi dawî nebe em ê dev ji berxwedana xwe bernedin. Em bê bi berxwedanê bi ser bikevin. Serketin nêzîk e. Bibin dengê me da em bi hev re bi ser bikevin. 15 hevalên me di rojiya mirinê de ne. Berî ku kes bimire divê tecrîd bi dawî bibe. Mirin jî tê de be wê çalakiya me dewam bike."    Elçîçek, bilêv kir ku rewşa bavê wî û girtiyên din nebaş e û got: "Bavê min pir zihîf bûye. Niha xwîn ji deva tê. Her diçe rewşa wî xirabtir dibe. Jixwe nexweşîna dil bi bavê min re heye." ELçîçek, destnîşan kir ku naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin û got: "Em naxwazin tu kes bimire. dibe ji nişka ve xebera mirinê ji girtîgehan bê. Bila tecrîd bi dawî bibe û girtî bijîn."