ROJEVA 8'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-08 09:00:04 * Girtiyê nexweş Hadî Elçîçek ku li Girtîgeha Tarsûsê 69 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku xwin ji devê wî tê lê belê mirin jî tê de hebe ew ê dev ji berxwedana xwe bernede.  *  Li Wanê, welatiyên li bazaran çav li etîketên li ser fêkî û zebze dikevin bêyî ku tiştekî bikirin berê xwe didin malê. Li Bazara Semtî ya Bostanîçî esnafan got: "Êdî ti bereketa Remezanê jî nemaye."    * Şerafettîn Demîr ku li Girtîgeha Wanê di greva birçîbûnê de ye, ji bo Leyla Guvenê rismek çêkir û şand. Seyda Mehmet Cemal Demîr ku behsa kurê xwe kir, got: "Divê em bi hev re tecrîdê bişikînin."    * Piştî mazbataya Zeyat Ceylan ê HDP'î hat betalkirin YSK'ê mazbata dabû Huseyîn Beyoglû yê AKP'î. Beyoglû, birayê xwe Haşîm Mertoglû kir cîgirê serokê Şaredariya Rezanê.    * Zahîde Erk ku çaygera Şaredariya Bajaroka Gundikê Melê bû û ji aiyê qeyûm ve ji kar hatibû derxistin, di 31'ê Adarê de bû hevşaredara bajarokê.    * Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli bal kişand ser biryara YSK'ê ya ji bo hilbijartina li Stenbolê û got: "Darbeya li dijî vîna gel e."    * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cûmalî Atîlla, şîrketa şaredariyê xist bin 8 milyon û 766 hezar lîre deyn. Her wiha deynê qeyûm û hevjîna wî yên xwarinê jî tenê di 3 mehan de nêzî 300 hezar lîreyî ye.    * Polîsê ku li Silopiyayê b panzêrê du zarok kuştin vegeriya ser karê xwe. Parêzerê Doza Panzêrê Rojhat Dîlsîz, diyar kir dibe cezayekî hindik li polîsê sûcdar bê birîn û bang li saziyên civaka sivîl, baro û parzvanên mafên mirovan kir ku hîn bêtir xwedî li vê dozê derkevin.   *  Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Edeneyê bi armanca biryara YSK'ê ya betalkirina hilbijartina Stenbolê şermezar bikin wê li Parka Ataturk a Edeneyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Dayik û malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne wê li ber Girtîgeha Tîpa L a Jinan a Bakirkoy, Tipa M a Gebzeyê, Qada Esenyurtê û gelek cihên din kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00-19.00)   * Danişîna doza xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskin, Reyhan Çapan, Huseyin Aykol, Reyhan Hacioglu, Filiz Koçali, Ayşe Berktay, Celalettin Can, Nuran Ozdogan û Ayşe Batumlu wê li 14'emîn dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.30)   * Nobeta "Deng bide jiyanê" ya li şaxa ÎHD'a Stenbolê hatiye destpêkirin wê îro ji berdewam bike. (16.00-19.00)   * 7’emîn Mihricana Fîlm û Belgefîlman a Filmamed ku di navbera 8-12'ê Gulanê de bidome wê îro dest pê bike. Mihrîcan wê li Salona Sînemayê ya ÇandAmedê bi axaftinan û belgefîlma "Ben Devrimim/Ez şoreş im" dest pê bike. (19.00)