Platforma Tenduristiyê banga piştgiriya mexdûrên erdhejê kir 2017-11-15 15:08:40 AMED – Platforma Tenduristiyê ya Amedê ku ji gelek saziyên tenduristiyê pêk tê daxuyand ku wan ji bo xelkê Silêmanî û Kirmanşanê dest bi hewldana piştgiriyê kiriye.  Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi boneya piştgiriya ji bo mexdûrên erdheja li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federe ya Başûrê Kurdistan û bajarê Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Odeya Bijîşkan a Amedê pêk hat û endamên platformê yên ji saziyên Odeya Bijîşkan a Amedê, Şaxa SES’ê, Odeya Hekîmên Diranan, Odeya Dermanxaneyan û Înîsiyatîfa Derûnasên Mezopotamyayê pêk tê beşdar bûn. Di civînê de ewil Hevseroka Odeya Bijîşkan a Amedê Semra Guzel axivî û diyar kir bi sedan welatî jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes birîndar bûne. Guzel got ku ji bo ew têkilî bi mexdûran re deynîn xebat dane destpêkirin û bang li her aliyî kir ku ji bo piştgiriyê hestiyar tevbigerin.    'PARVEKIRINÊN MEDYA CIVAKÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN’    Endamê Lîjneya Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Amedê Erdal Sayyigît jî erdheja Wanê ya di sala 2011’an de bibîr xist û got: “Bi destpêka zivistanê re yên ji erdhejê zerar dîtine mexdûr bûne. Parvekirinên nijadperest ên der barê erdhejê de parvekirinên der barê erdheja Wanê de anî bîra me. Ev parvekirin nayên qebûlkirin.” Sayyigît da zanîn ku têkildarî erdhejê bi Miduriyeta Tenduristiyê ya Amedê re hevdîtin pêkanîne û ew ê wek xebatkarên tenduristiyê ji bo her alîkarî û piştgiriyê amade ne.    'DIVÊ WÎJDANÊ MIROVAN DI BIN HEZANÊ DE NEMÎNE’    Endamê Konseya Rêveberiya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk Şeyhmus Gokalp jî bertek nîşanî parvekirinên li ser tora civakî yên nijadperestî ku li dijî erdhejê pêkhatin da û got ku pêwîste div an pêvajoyê wisa de wîjdanê mirovan di bin hezanê de nemîne.