Nobeta 'Deng bide jiyanê' di roja 4’an de li ÎHD'ê didome Adar: Teqez em ê bi ser bikevin 2019-05-07 18:05:36   STENBOL - Çalakiya Nobeta "Deng bide jiyanê" ku Şaxa ÎHD'ê li avahiya xwe daye destpêkirin di roja 4'an de berdewam kir. Di çalakiya nobetê de ji malbatên girtiyan Zubeyde Adar, diyar kir ku ew li ber girtîgehan rastî mudaxaleya polisan tên û wiha got: "Lê emê li hemberî mudaxaleya polîsan li ber xwe bidin û bi ser bikevin."    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser çalakiya hezaran girtiyên li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine, nobeta "Deng bide jiyanê" berdewam dike. Şaxa ÎHD'ê di roja 4'emîn a nobeta "Deng bide jiyanê" de li gel malbatên girtiyan kom bûn. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî xizmên girtiyan, û gelek parazvanên mafên mirovan li avahiya ÎHD'ê kom bûn. Li salona nobetê pankarta “Em di nobetê de ne, ya esîl jiyan e. Deng bidin jiyanê" vekirin.    ‘EM Ê LI BER XWE BIDIN Û BI SER BIKEVIN'    Di nobetê de xizma girtiyan Zubeyde Adar diyar kir ku li ber Girtîgeha Tipa L a Jinan a Bakirkoyê dema kom dibin rastî mudaxale û astengiyên polîsan tên û wiha got: "Polîs dibêjin 'Vir qedexe yehûn nikarin têkevin vir' û em asteng dike. Li vî welatî ne heq û ne hiqûq maye. Em her roj diçin li ber Girtîgeha Bakirkoyê nobetê digirin. Li vir êrîşî me dayikên ku nobetê digirin dikin. Ev li dijî mirovahiyê ye. Hovîtî ye. Em heta dawî li ser piyan in. Em li ber xwe didin û emê bi ser bikevin. Em bang li hemû malbatan dikin ku werin ber girtîgehê û piştgiriyê bidin çalakiya me.    Nobeta li ÎHD'ê wê sibê bi dawî bibe.