Dadgehê 10 meh ceza li Rojnameger Pişkin birî 2019-05-07 17:53:30   STENBOL - Heyeta dadgehê 10 meh ceza li nûçegîhana Rojnameya Evrenselê ya berê Cansu Pişkin birî.    Danişîna doza nûçegîhana Rojnameya Evrenselê ya berê Cansu Pîşkîn li 36'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Dozger ji ber nûçeya Cansu Pîşkîn a di 5'ê Nîsana 2018'an de di Rojnameya Evrenselê de bi ser navê “Ji bo Bogaziçiyan dozgerê taybet" doz vekiribû û heta 3 salan ceza dixwest. Danişina Pişkin îro hat dîtin. Di danişînê de Pîşkîn û parêzerê xwe Mustafa Sogutlu, Gulşah Kaya, Levent Pişkin û Devrim Avci amade bûn. Gelek kesên din jî tev li danişînê bûn. Cansu Pişkin parastin kir û got: "Min ne bi armanca sûc nûçe çêkir. Rojnamegerî ne sûc e û beraeta xwe xwest. Heyeta dadgehê jî piştî navberê biryar da û salek ceza birî. Piştî cezayê wê daxist û 10 meh ceza li Pîşkîn birî û ceza taloq kir.