Girtîgeha Xerpêtê şewitî: Gelek ambulans çûn girtîgehê 2017-11-15 14:57:17 XERPÊT - Li Kampusa Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê şewat derket. Piştî şewat derket dûxan bilind bû. Gelek agirkuj û ambulans çûn kampusa girtigehê.  Li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê ku demek dirêj e binpêkirina mafan di rojevê de ye, şewitî. Di şewatê de pêtên agir bilind bûn. Piştî pêtên agir bilind bûn gelek ambulans û agirkuj çûn kampusa girtîgehê. Xizmên girtiyan ên çûn girtîgehê diyar kirin ku saet li dora 13.00'an de şewat derket û di demek kurd de pêtên agir bilind bûn. Xizmên girtiyan anîn ziman ku piştî şewat derket gelek ambulans û agirkuj çûn kampusa girtîgehê. Der barê sedema şewatê de agahî nehat bi dest xistin. Rayedarên girtîgehê jî têkildarî sedem û encama şewatê agahî nedan. Li Girtîgeha tîpa T bi taybetî li qada jin lê dimînin demek dirêje binpêkirina mafan zêde dibe. Hat diyar kirin ku dibe girtiyan li dijî binpêkirina mafên mirovan îsyan derxistibe.