Eskeran Hevşaredarê berê yê Îdirê Yîkît binçav kirin 2019-05-07 15:59:08   ÎDIR - Eskeran di saetên serê sibehê de bi ser mala Hevşaredarê berê yê Îdirê Mûrat Yîkît de girtin û ew binçav kirin   Eskeran di saetên serê sibehê de bi ser mala Hevşaredarê berê yê Îdirê Mûrat Yîkît ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de serdema wî bi dawî bû de girtin û binçav kirin. Hat diyar kirin ku Yîkît li Fermandariya Cendirmeyan a Îdirê tê girtin û heta 3 rojan hevdîtina pê re hatiye qedexekirin. Tê gotin ku Yîkît di çarçoveya lêpirsîne ku ji ber di sala 2015’an de li navçeya Panos a Agiriyê tevlî çalakiya mertalên zindî bûye, lê vebûye, hatiye binçavkirin.