Maşînê li keriyê pez qeliband: 6 kes birîndar bûn 50 mih mirar bûn 2019-05-07 15:22:46   ÊLIH  - Li ser rêya navbera Kerçews û Êlihê dema koçeran keriyê pezê xwe dibirin zozanan maşînê li keriyê pezê wan qeliband. Di qezayê de 6 kes birîndar bûn û 50 mih mirar bûn.    Li Gundê Gurbuz ê navbera Êlih û Navçeya Kercewsê dema koçeran bezê xwe dibirin zozanan û di ser rêya beşayî re derbas kir, maşîne û tirekê li keriyê pezê wan xeliband. Di qezayê de TIR'a ku Ziya Kavak ajokariya wê dikir li keriyê pez û maşîna rêwiya qeliband. Di qezayê de ajokarê maşînê Şimşek û Kavak Songül Aykut (34), Portakale Aykut (54), Rumeyza Aykut (4) û pitika 3 mehî Berkin Aykut birîndar bûn û 50 mih mirar bûn.    Kesên birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Kercewsê.