Bijîşkan li Stenbol û Rihayê cezakirina bijîşkan şermezar kir 2019-05-07 15:11:37   NAVENDA NÛÇEYAN – Endam û rêveberên odeyên bijîşkan ên Stenbol û Rihayê cezakirina bijîşkan ên rêveberên Konseya Navenda TTB’ê şermezar kirin û gotin dadgehek nikare rastiya ku şer pirsgirêka tenduristiya gelekî ye biguherîne.    Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) ceza dayîna hepsê ya ji bo 11 endamên Konseya Navenda TTB’ê li avahiya xwe ya li Çagalogluya Stenbolê bi civînek çapemeniyê şermezar kir. Nûnerên rêxistinên civakî û siyasetmedar jî piştevaniyê dan daxuyaniyê. Seroka ÎTO’yê ya Stenbolê Dr. Pinar Saîp bertek nîşanî cezakirina bijîşkan da û got: “Biryar dide nîşandan ku daraza tirk hatiye çi merhaleyê. Tu dadgeh û darazên we nikarin rastiya ku şer pirsgirêka tenduristiya gelekî ye biguherîne.”    RIHA    Odeya Bijîşkan a Rihayê jî cezakirina bijîşkan bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar kir. Endam û rêveberên Odeya Bijîşkan a Rihayê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl li avahiya odeya bijîşkan civîn li dar xistin. Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê Omer Melîk daxuyanî da û got: “Yek ji şertên herî zêde tenduristiya gel xera dike şer e. Bijîşk neçarin ku civakê di mijara şer de hişyar bikin. Daxuyaniya ‘Şer pirsgirêka tenduristiya gelekî ye’ berpirsiyariya bijîşkan e. Ev wezîfeya me ya xwezayî ne. Her ku diçe şer dibe sedemê pirsgirêka civakê. Wê bijîşk li dijî van cezayan serê xwe netewînin û em ji dadgeha bilind dixwazin vî cezayî rake.”