Roja Nivîskarên Girtî: Bi piştevaniyê pirsgirêk çareser dibin 2017-11-15 14:43:06 STENBOL -  Nivîskar û rêxistinên çapemeniyê bi minasebeta 15'ê Mijdarê Roja Nivîskarên Girtî ya Cîhanê, ji bo azadiya nivîskarên girtî duxayinî dan û diyar kirin ku li welatê azadiya çapemeniyê tune be, demokrasî jî nabe. Nûneran diyar kirin ku dikarin bi piştevaniyê dikarin pirsgirêkan çareser bikin.  Navenda PEN'a Tirkiye, Sendîkaya Nivîskarên Tirkiye, (TYS), Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiye, (TGC), Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS) û Yekineya Weşanên Tirkiye (TYB), bi minasebeta 15'ê mijdarê Roja Nivîskarên Girtî ya Cîhanê li Salona Civinê ya Cezayirê civîna çapemeniyê pêk anî. Li salonê ji ber rojnameger û nivîskarên girtî ji bo nûnertiya wan kursiyek vala hat hiştin.    EM TENÊ EDALETE DIXWAZIN   Ewil Seroka Navenda Tirkiye ya PEN'ê Zeynep Oral, diyar kir ku ew dixwazin li welate hiqûqê bijîn û wiha got: "Em edaletê ku pîvana demokrasî û komarê ye dixwazin. Em zêde tiştekî naxwazin. Tenê edalete dixwazin.Em dixwazin rojnameger û nivîskarên girtî serbest bên darizandin.    Oral, anî ziman ku her sal 5 rojnameger û nivîskaran derdixin pêş û wiha got: "Îsal em Casario Alejandro Felix Padila,  Nouyen Ngoc Nhu Quynh, Razan Zaitouneh, Zehra Dogan, Ramon Esono Ebalê derdixin pêş. Em bang li rayedaran dikin ku erka xwe ya edaletê pêk binin.    Seroka TYS'ê Suna Aras jî anî ziman ku Tirkiye peymanên Neteweyên Yekbûyî, Peymana Navneteweyi ya Mafên Siyasî û Peymana Mafen Mirovan a Ewropa îmze kiriye û xwest Tirkiye li gorî peymanê tev bigere. Aras, da zanin ku ew dixwazin ku li welate hiqûqê bijîn.    Serokê TGC'ê Turgay Olcayto, anî ziman ku li aliyekî muxalefetê bêdeng dikin û li aliyê din jî alîgirên îktîdarê serbest her tişti dibêje u wiha got: "Ne tenê nivîskar girtî ne. Niha 150 rojnameger û nivîskar girtî ne.    GER KU AZADIYA ÇAPEMENIYÊ TUNE BE DEMOKRASÎ JÎ TUNE YE   Serokê TGS'ê Gokhan Durmuş jî anî ziman ku kengî dixwazin rastiyekê veşêrin berê xwe didin rojnamegeran û wiha got: "Cihê ku azadiya çapemeniyê lê tune be li wir demokrasî tune ye."