Li Yukselê mudaxile 5 binçav kirin 2017-11-15 14:26:34 ENQERE - 5 çalakgerên xwestin piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça li Kolana Yukselê hatin binçavkirin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 252'an de dewam dike. Çalakvanên her roj piştgiriyê didin Gulmen û Ozakça û çalakiya "Em karê xwe dixwazin" li Kolana Yukselê pêk tînin, 372 roj e dewam dike. Çalakvanên ku xwestin li kolanê daxuyaniyê bidin, li Kuçeya Konurê li hev civiyan. Çalakvanên li vir dirûşmên piştgiriya ji bo Gulmen û Ozakça qêriyan, polîsan êrîşê wan kir û 5 çalakvan binçav kirin.Çalakvanên hatin binçavkirin li wesayîta rengê wê spî siwar kirin û ji cihê bûyerê dûr ketin.