Rojnameger Kîbriye Evren nehat berdan 2019-05-07 12:35:58   AMED – Rûniştina doza Rojnameger Kîbriye Evren ku 143 roj in di greva birçîbûnê de ye, hat dîtin. Evren nehat berdan.    5'emîn danişîna doza Rojnameger Kîbriye Evren ku 143 roj in di greva birçîbûnê de ye li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Rûniştina ku Evren tevlê nebû, parêzerên wê amade bûn. Heyeta dadgehê biryara berdewamkirina girtina Evren da û rûniştin taloqî 18’ê tîrmehê kir.