Ergîn Akhan ê di rojiya mirinê de: Em bi biryarin, emê tecrîdê bişkînin 2019-05-07 11:29:49   MÛŞ - Ergin Akhan  ê di rojiya mirinê de bi rêya malbata xwe peyam şand û wiha got: "Em bi biryar in ku em tecrîdê bişkînin." Dayika Akhan Aysel Akhan jî wiha got: “Em kurd divê ji vî agirî re bibin av. Divê her kes piştgiriyê bidin dengê girtiyan.    Tecrida li Îmraliyê berdewam dike. Li dijî tecrîdê bi hezaran girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne. Ji ber ku heta niha hikûmetê daxwaza girtiyan pêk neanî, di 30'ê Nîsanê de 15 girtiyên berê di greva birçîbûnê de bûn ketin rojiya mirinê. Yek ji girtiyê di rojiya mirinê de Ergin Akhan ê li Girtigeha Tîpa D a Amedê ye. Akhan, di sala 1988'an de li Gundê Kekelî yê Navçeya Kopê ya Mûşê ji dayik bû. Akhan di sala 2015'an de li Amedê hat binçavkirin û bi îdîaya "Endamtiya Rêxistinê" hat girtin. Akhan, li dijî terîdê di 1'ê Adarê de ket greva birçîbûnê û di 30'ê Nîsanê de dest bi rojiya mirinê kir.    ‘GELÊ KURD TECRÎDKIRÎ YE'   Akhan, duh (6 Gulan) telefonî malbatê kir û bi rêya malbatê peyam da. Akhan, anî ziman ku tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin û wiha got: “Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê kurd hatiye tecrîdkirin. Ji ber vê yekê divê tecrîd bê rakirin. Em li gel hevalên din di grevê de ne û em ê tecrîdê bişkînin. Pêdiviya Rêber Apo bi rohaniyê heye. Ji bo tecrîdê şermezar bikin heta niha 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Niha bi hezaran hevrêyên me bedena xwe dane ber mirinê. Divê gelê me jî li derve bêtir dengê xwe bilind bikin. Divê gelê me li vê berxwedana dîrokî xwedî derkevin. Divê em bêtir dengê xwe bilind bikin. Di vê pêvajoyê de pêdiviya Rêber Apo bi rohaniyê heye. Em bi biryar in ku em tecrîdê bişkînin. Dayikên me her roj li qadan in. Li dayikan işkence dikin. Divê her kesên xwedî wîcdan li hemberî van heqareta li dayikan tê kirin bêdeng nemînin. Divê tu kes bêdeng nemîne. Em bi biryar in em ê tecrîdê bişkînin."    DAYIKA AKHAN AYSEL AKHAN: EM LI PIŞT DAXWAZÊN WAN IN   Dayika Akhan Aysel Akhan jî wiha got: “Em kurd divê ji vî agirî re bibin av. Divê her kes piştgiriyê bidin dengê girtiyan. Li tu cihên cîhanê tecrîdek wisa tune ye. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Em destûr nedin ku dilê dayikên din bişewitin. Divê her kes bibin dengê vî dengî."