CHP: Rêya nehesibandina vîna gel vebû 2019-05-07 10:23:51 NAVENDA NÛÇEYAN – Nûnerê CHP’ê yê YSK’ê Mehmet Hadîmî Yakûpoglû diyar kir ku ji sala 1950 ku YSK hatiye avakirin heta niha YSK biryareke betalkirinê ya bi vî rengî nedaye û wiha got: “Heman YSK di 16’ê Nîsanê de şaşiyên lîjneyên sandoqan li hilbijêran nebirîbû. Yanî ‘duh duh e, îro îro ye’.”   Lîjneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li dijî 4 dengan bi 7 dengan Hilbijartina Şaredariya Stenbolê betal kir û mazbataya Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jê stand. Partiyên muxalefetê biryara YSK’ê weke darbeyê dinirxînin û AKP-MHP jî wek ‘serkeftina demokrasiyê’ dinirxînin. Nûnerê CHP’ê yê YSK’ê Mehmet Hadîmî Yakûpoglû biryara qebûlkirina YSK’ê ya pûsûlayên bê mohr ên 16’ê Nîsanê bi bîr xist û got ku YSK’ê bi biryara xwe ya Stenbolê hemû pêkanînên xwe bin pê kiriye û rêya nehesibandina vîna gel vekiriye.    Nirxandina Yakûpoglû ya têkildarî biryara YSK’ê ya Stenbolê wiha ye: “Ji sala 1950 ku hatiye avakirin heta niha YSK biryareke betalkirinê ya bi vî rengî nedaye. Heke hûn derkevin derveyî qanûn û pêkanînên xwe, siberojê hûn ê biryarên şaştir bidin. Bi vê yekê re êdî zanîna sekna YSK’ê ne pêkan bûye. Biryara qebûlkirina pûsûlayên bê mohr a YSK’ê ya 16’ê Nîsanê mînaka yekane ya cureyê xwe ye. YSK’ê bi biryara xwe ya Stenbolê hemû pêkanînên xwe bin pê kiriye û hemû nêrînên têkildarî hilbijartinê guhertiye. Dê êdî piştî her hilbijartinê li hilbijêrê hukumlî, leşker, mirî û sînordarkirî bê gerîn; endam û serokê lîjneya sindoqê yê ne karmendê cemaweriyê bê gerîn. Bi biryara Stenbolê re cezayê şaşiya lîjneya hilbijartinê ya navçeyê li hilbijêrên bê guneh hat birîn, lê heman YSK di 16’ê Nîsanê de şaşiyên lîjneyên sandoqan li hilbijaran nebirîbû. Yanî ‘duh duh e, îro îro ye’.   PÊVAJOYA ÎTTÎRAZA AWARTE HAT XEBİTÎN   Di civînê de min bi israr dubare kir ku şaşiyên têkildarî lîjneya sindoqê yên roja dengdayînê li ser sindoqê tên kirin, nikarin bibin mijara îttîraza awarte. Lê li gel vê yekê jî bi israr  pêvajoya îttîraza awarte xebitandin. Vê yekê ji bo pêşî li betalkirina 3 hilbijartinên Stenbolê û 24’ê Hezîranê bigirin kirin. Di rewşeke ne qanûnî de; Ji bo îttîrazkirinê şertê demê tuneye. YSK dema ku rewşeke ne qanûnî tespît bike dikare binirxîne û biryar bide. Bi vê yekê xwestin pêşiya pêvajoyeke bi vî rengî bigirin.    YSK’Ê HETA ÎRO ÎTTÎRAZÊN NE QANÛNÎ RED KIRIYE   Min hemû delîlan lêkolîn kir, lê nelirêtiyeke kumpas, guman, gemar û organîze nedît. Min gilî û îttîrazên AKP’ê yên ku vîna gel asteng bikin û bandorê li encamên hilbijartinê bikin jî nedît. Heta îro jî YSK hem îttîrazên ne qanûnî hem jî îttîrazên awarte qebûl nekiriye.    BIRYAREKE SIYASÎ YE   Îro li Stenbolê ne bi awayekî qanûnî, bi biryareke siyasî biryara betalkirina hilbijartinê hatiye dayîn. CHP’ê hem beriya 31’ê Adarê hem jî piştî 31’ê Adarê tu valahiyeke ku kêrî AKP’ê bê nehiştibû. Tênê vî biryara ku  dê di paşerojê de pir li piyê wan bigere dîtin. Tiştên me kiriye nîşaneya herî baş a tiştên ku em ê bikin e.”