‘Her ku roja dayikan nêz dibe dilşikestî dibim' 2019-05-07 09:07:47 AMED – Hatûn Yildiz ku kurê wê Ferhat Yildiz li Girtîgeha Dîlokê 68 roj in di greva birçîbûnê de ye, bi bîr xist ku 12 Gulanê Roja Dayikan e û got: "4 sal in her ku roja dayikan nêz dibe dilşikestî dibim."  Li Girtîgeha Tîpa H a dîlokê, Ferhat Yildiz ê 21 salî ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye. Yildiz, di 17 saliya xwe de hatiye girtin zêdetirî 6 salan ceza lê hatiye birîn.    Dayika wî Hatûn Yildiz ku mala wê li Tekirdagê ye, ji 1'ê Adarê ve hatiye Amedê û li cem xizmên xwe dimîne û bi rojane tev li çalakiya rûniştinê ya li Parka Koşûyolûyê dibe.    Dayik Yildiz, destnîşan kir ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û ji ber hikûmet bêdeng e her diçe zemîn ji bo komkujiyên nû çêdibe. Yildiz, diyar kir ku divê dewlet adil be.    'EV KÎNA ÇÎ YE?'    Dayik Yildiz, diyar kir ku êdî hikûmet dayikên kitanspî jî terorîst îlan dike. Yildiz, bilêv kir ku "spî" nîşaneya aştiyê ye lê belê dewlet aştiyê jî naxwaze û bi polîtîkaya tecrîd û şidetê aştiyê asteng dike. Yildiz, got: "Polîs, bi kîn û nefretê nêzî me dibin. Çend roj berê polîseke jin êrîşî dayikên me kir. Min ji jinantiya xwe fedî kir. Jin, çawa wisa bi kîn nefretê êrîş bike. Ev kîna çî ye? Em dayik li pişta zarokên xwe ne. Em dayik dixwazin zarokên xwe maç bikin û hemêz bikin. Lê polîsên jin êrîş dikin."    Dayik Yildiz, bi bîr xist ku 12'ê Gulanê Roja Dayikan nêzîk dibe. Yildiz, anî ziman ku 4 sal in kurê wê li girtîgehê zendikan çêdike û diyarî wê dike. Dayik Yildiz, diyar kir ku ji ber roja dayikan nikare kurê xwe hemêz bike li ber dikeve û kurê wê jê re tim dibêje "dayê tu prensesa min a li asîmana yî." Yildiz, got: "Pêwendiya min û kurê min pir cuda ye. Ji dê û kurîtiyê wêdetir, em du heval in. Loma wexta roja dayikan tê dilşikestî me. Bi salan e jê dûr im."    ‘BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE'    Yildiz, destnîşan kir ku divê hikûmet gavina bavêje û tecrîdê bi dawî bibe û got: "Bi hezaran zarokên me di greva birçîbûnê de ne. 15 zarokên me jî di rojiya mirinê de ne. Eger tiştek bê serê wan wê li welat alozî û îsyanek mezin rû bide. Ên ku vê bidin destpêkirin jî wê dayik bin. Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji wir derkevin. Em mirinê naxwazin. Bila tu kes nemire."