Malbata xaniyê wan li ber lehiyê çû li benda alîkariyê ye 2019-05-07 09:07:29 ŞIRNEX - Li Cizîrê Taybet Bayar ku mala wê li ber lehiyê çû, ji bo alîkariyê bang li her kesî kir.    Çend hefte berê li navçeya Cizîr a Şirnexê lehî rabû û gelek mal li ber lehiyê çûn. Li Taxa Nûrê mala ku herî zêde tesîr ji lehiyê girt malbata Bayar e.    Piştî lehiyê hema bêje tu tişt di mala Bayar de neme. Piştî lehiyê malbatê bi derfetên xwe hewl da xaniyê xwe biselihîne, lê belê qelş ûd erzên lê xanî ketine bi çavan dixuyên. Wexta baran dibare, mal hemû dilopan dike. Malbatê ji bo alîkariyê bang li her kesî kir.    'BI SAYA CÎNARAN EM FILITÎN'   Taybet Bayar, odeya ku xaliyek lê raistiye nîşan dan û got, heta niha 3 caran mala wan li ber lehiyê çûye. Bayar, diyar kir ku di lehiya çend hefte berê de bi zorê xelas bûne û got, cînarên wan bi kindirê ew kişandine. Bayar, destnîşan kir ku ji ber rewşa wan a aborî nebaş e ji xeynî vî xaniyê heyî nikarin bi cihekî din de biçin.   Bayar, bilêv kir ku gelek amûr û alavên wê li ber lehiyê çûne û gelek jê jî êdî nayên bi kar anîn û bang li her kesî kir ku alîkariya wan bikin.