Girtiyê 101 roj in di greva birçîbûnê de: Heta em bi ser nekevin wê çalakiya me bidome 2019-05-07 09:05:57 EDENE – Abdulselam Zeren ku 101 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Heta em bi ser nekevin em ê dev ji çalakiya xwe bernedin." Dayika wî Hanim Zeren jî, xwest ji bo kes nemire rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe.  Li Girtîgeha Jimare 3 a Tîpa T a Tarsûsê, Abdulselam Zeren (26), 101 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Zeren, 2 sal berê hatiye girtin û 16 sal ceza lê hatiye birîn.    ‘BIBIN DENGÊ ME'    Zeren, bi rêya dayika xwe Hanim Zeren bang li raya giştî kir û got: "Moralê me pir baş e. Heta em bi ser nekevin em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Em bang li her kesî dikin ku bibin dengê me."    Dayik Zeren jî destnîşan kir ku ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe bi hezaran girtî bedena xwe daye ber birçîbûn û mirinê û xwest berî mirin çêbibe tecrîd bi dawî bibe. Dayik Zeren got: "Rojek berî rojekê bila tecrîd bi dawî bibe. Dilê me dayikan dişewite. Bila kes nemire."