Girtiyê ji ber protestokirina Komkujiya Roboskiyê 18 sal ceza lê hat birîn 137 roj in di greva birçîbûnê de ye 2019-05-07 09:05:34 MANÎSA – Ramazan Atabey ku ji ber tev li protestokirina Komkujiya Roboskiyê bibû hatibû girtin û 18 sal ceza lê hatibû birîn, 137 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Emîne Atabey, bilêv kir ku divê girtî nemirin.  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome. Her wiha li girtîgehan bi heman daxwazê çalakiya bi hezaran girtiyî jî didome û çalakiya rojiya mirinê ya 15 girtiyan ku di 30'yê Nîsanê de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê jî didome.    Li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Şakran a Îzmîrê, ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne yek jê jî Ramazan Atabey ê 27 salî ye. Atabey, 137 roj in di greva birçîbûnê de ye.   '20 KÎLO ZIHÎF BÛYE'   Atabey, 8 sal in girtiye. Ji ber tev li prostetokirina Komkujiya Roboskiyê bûye hatiye girtin û paşê bi hin îdiayan 37 sal û 25 roj ceza lê hat birîn, lê paşê dadgeha bilind cezayê wî daxist 18 salan.Dayika wî Emîne Atabey, destnîşan kir ku ji roja ku kurê wê ketiye greva birçîbûnê heta niha 20 kîlo zihîf bûye. Dayik Ataybey, anî ziman ku rêz û huermeta wan ji bo vê biryara kurê wan heye.    ‘EM NAXWAZIN TU DAYIK BIÊŞE'    Dayik Atabey, destnîşan kir ku divê ji bo kurê wê û hemû girtiyên di greva birçîbûnê de her kes tev bigere û got: "Em naxwazin bimirin. Mirina mirovekî a ji ber birçîbûnê êşa li ser êşê ye. Em naxwazin tu dayik vê êşê bikişînin."    MA / Nimet Ölmez