ROJEVA 7'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-07 09:00:05 * Muhtemel Bor ku kurê wê Fûat Bor ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, ji bo kurê wê û bi hezarana girtiyên din bijîn bang kir.  * Endamên Teatra Sarya Baran ku koma ewil a şanoyê ya Rojavayê ye, gotin. "Li Rojavayê gel bi awayekî azad bi çand û baweriya xwe dijîn. Gel hişyar bûne."    * Ramazan Atabey ku ji ber tev li protestokirina Komkujiya Roboskiyê bibû hatibû girtin û 18 sal ceza lê hatibû birîn, 137 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Emîne Atabey, bilêv kir ku divê girtî nemirin.    * Abdulselam Zeren ku 101 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Heta em bi ser nekevin em ê dev ji çalakiya xwe bernedin." Dayika wî Hanim Zeren jî, xwest ji bo kes nemire rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe.    * Kadîfe Ateş ku hevjînê wê Behçet Ateş ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku divê tenê ne dayik her kes bitêkoşe.    * Li navçeya Soke ya Aydinê ji ber endamên sendîkayê bûn 81 karker ji SÎBAŞ Gidayê hatibûn avêtin. 130 roj in karker li ber xwe didin û danişîna doza wan a ji bo vegera ser kar wê di 28'ê Gulanê de pêk bê.    * Gaye Yûrttaş ku piştî Komkujiya Dersimê bi salekê çêbû û bavê wê li leşkeriyê hat kuştin, çîroka wê ya bi 1938'an dest pê kir wêneyê Tirkiyeyê bi awayekî aşkere dide der.    * Li Cizîrê Taybet Bayar ku mala wê li ber lehiyê çû, ji bo alîkariyê bang li her kesî kir.    * Hatûn Yildiz ku kurê wê Ferhat Yildiz li Girtîgeha Dîlokê 68 roj in di greva birçîbûnê de ye, bi bîr xist ku 12 Gulanê Roja Dayikan e û got: "4 sal in her ku roja dayikan nêz dibe dilşikestî dibim."    * Înîsyatîfa Deng Bide Leylayê, kurtejiyan û peyamên girtiyên di rojiya mirinê û çalakiya greva birçîbûnê de weşand.    * Danşîna doza rojnameger Kîbriye Evren a 143 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan li girtîgehê di greva birçîbûnê de ye dê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-16.00)   * Huseyîn Aykol, Eren Keskîn, Reyhan Çapan, Hasan Başak ên ji ber doza rojnameya Ozgur Gundemê tên darizandin dê danişîna wan li 13'emîn Dadegeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)   * Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) dê ceza dayîna ji bo 11 endamên Konseya Navendê ya TTB'ê li avahiya xwe ya li Çagalogluya Stenbolê bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar bike. (12.30)    * Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di rojiya mirinê û greva birçîbûnê de ne dê li Amed, li ber Girtîgeha Gebzeyê, li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoy, li Meydana Esenyurtê ya Stenbolê, li ber Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê, li ber Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê dê çalakiyên rûniştinê li dar bixin û daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.00-19.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê çalakiya "Deng bide jiyanê" ya dabû destpêkirin bidomîne. (16.00-19.00)