Ji kolanên Helebê ber bi kolanên Sûrê ve 2017-11-15 13:53:42 AMED – Dema em li kolanên Sûrê yên mal lê hatine hilweşandin digeriyan rastî zarokên bi navê Xezal Ahmed (10) û Nur Ahmed (12)  tên. Zarokan diyar kir ku ew xizmên hev in û her roj ji bo li taxên Sûrê kartonan berhev bikin derdikevin rê. Erebeya zarokan a ku kartonan têde kom dikin ji wan girantir e û destnîşan kirin ku ew ji Heleba wek mîna Sûrê hatiye xerakirin koç kirine. Piştî Nur û Xezal bêhna xwe vedidin, zarokek din a ku kartonan berhev dike bangî wan dike û Xezal û Nur li kolanên Sûrê berhevkirina kartonan dewam kirin.  Wêne: Sonya Bayik