3 fîdan li ser gorên xwe hatin bibîranîn: Emê hêviyê mezin bikin 2019-05-06 16:39:27 ENQERE/HATAY - Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan, di salvegera 47’emîn darvekirina xwe de, li ser gorên xwe bi tevlîbûna bi hezaran kes hatin bibîranîn. Li ser gora sê 3 Fîdanan soza “Ji bo rêhevalên me soza me heye; emê hêviyê mezin bikin, cîhanek bê çîn û bêkedxwarî teqez ava bikin.”  Ji rêveberên şoreşgerên tevgerên ciwanên Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan, di 47’emîn salvegera darvekirina xwe de li ser gorên xwe yên li Goristana Karşiyaka hatin bibîranîn. Rêxistinên ciwanan, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sîvîl û bi hezaran mirov beşdarî bîranînê bûn. Di bîranîna deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Sirûda Enternasyonal hat xwendin. Di bîranînê de bê navber dirûşmeyên “Têkoşîna Yûsûf, Huseyîn û Deniz berdewam dike û dê berdewam bike”, “Fîloya 6’emîn a emperyalîstan û hevkaran ji bîr nekin” û “Ciwantî dê were, sosyalîzm dê were” hatin berzkirin.    Berdevkê Demî yê Platforma Şaxa KESK’ê ya Enqerê Mevlût Çakmak, li ser navê saziyan axivî û wiha got: “Em di salvegera 47’emîn qetilkirina Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan de, carek din di hizûra wan de kom bûn. Cih ji bêhêvî û bedbîniyê re tuneye. Em mecbûrin ku faşîzmê û avakirina rejîma yek zilamtiyê, rawestînin û vê ablûkeyê belav bikin. Ji bo rêhevalên me soza me heye; emê hêviyê mezin bikin, cîhanek bê çîn û bêkedxwarî teqez ava bikin.”   Girseyê piştî daxuyaniyê, yek bi yek forên 3 Fîdanan ziyaret kirin û qûrnefîl danîn ser gorên wan.    HATAY    Li navçeya Îskenderûn a Hatayê jî, bi pêşengtiya rêxistina Partiya Kedê (EMEP) 3 fîdan hatin bibîranîn. Biranîn li avahiya partiyê hat lidarxistin û gelek kes beşdar bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Serokê EMEP’ê yê navçeyê Mevlît Bûlgûr, di bîranînên de axivî. Bûlgûr, diyar kir ku têkoşîna wan, girêdanbûna wan a gel û cesareta wan tu carî nehat ji bîr kirin û dê neyê ji bîrkirin. Bûlgûr, anî ziman ku ewê cîhanek azad û wekhev ava bikin.    Bûlgûr, di dawiya axaftina xwe de got teqez ewê qezenc bikin.