Cara duyemîn îtîraza AKP’ê ya KHK’ê hat redkirin 2019-05-06 15:50:41 ENQERE - YSK’ê, cara duyemîn îtîraza AKP’ê ya di hilbijartina Serokatiya Şaredariya Stenbolê de KHK’iyan deng dane, red kir.    Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), îtîraza AKP’ê ya ji bo di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de kesên bi KHK’ê ji kar hatine avêtin deng dane Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, hat redkirin. Biryara YSK’ê ya mijara gotineyê, bi yek dengî hat redkir.    Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Alî Îhsan Yavûz, duh di axaftina xwe ya di A Haber de kir, diyar kiribû ku ewê derbarê îtîraza li dijî hilbijêrên Stenbolê de, daxwaznameyek din bidin.