Malbatên çalakiya wan hat qedexekirin: Hiqûq ji bo we jî pêwîste 2019-05-06 14:47:17 KOCAELÎ - Malbatên ji bo ku zarokên wan bijîn li ber Girtîgeha Gebze çalakiya nobetê xwestin li dar bixin, lê polîsan destûr nedin. Dayikan li ser vê yekê ji polîsan re gotin: “Hiqûq ji bo we jî pêwîste. Di dema xwe de gelek dozger û polîs hebûn. Niha hemû di girtîgehan dene.”   Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçî dene, ya di 9’ê Nîsanê de li ber Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tîpa M a Gebze dest pê kir, dewam dike. Lê çarek din çalakiya nobetê ya malbatan hat astengkirin.    Malbatên li ber Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Gebze kom bûn, xwestin biçin ber girtîgehê. Lê polîsna hemû kolanên diçûn ber girtîgehê girtin û destûr nedan ku malbat biçin ber girtîgehê. Polîsan ji malbatan re gotin “Teqez ferman heye, emê destûr nedin hûn bimeşin û rûnin.”    ‘ME GELEK DOZGER Û POLÎSÊN MÎNA WE DÎTIN’   Dayika Newroz Bozkûrt a li Girtîgeha Gebze di greva birçîbûnê deye Sûltan Bozkûrt, got: “Ji bo xwedê, êdî em hewl didin ku zarokên me bijîn, ji bo çi hûn wisan dikin?” Polîsekê li ser vê axaftina dayikê got: “Behsa xwedê neke, ger tuyê behsa xwedî bike, cihê te diyare.” Dayik Bozkurt jî ev bersiv da polîs: “Hiqûq ji bo we jî pêwîste. Di demê xwe de, me gelek dozger û polîsên mîna we dîtin. Niha hemû di girtîgê dene.”   ‘YA HÛN DIKIN BÊHIQÛQIYE’   Ji Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê Îzzet Kiliç jî, diyar kir ku ev qedexe ne hiqûqiye û wiha bertek nîşan polîsan da: “Gelo vê qedexê li gorî kî dikin. Hûn niha qanûnan bin pê dikin. Ev dayik tiştek nakin.”    Malbatan heya demekê çalakiya xwe li ber kolanên diçin girtîgehê dewam kirin û dûre vegeriyan avahiya Navçeya HDP’ê ya Gebze û diyar kirin ku ewê sibê jî çalakiya xwe dewam bikin.