Polîsan kartên dimen û wêneyan ên Rojnamegeran desteser kirin 2019-05-06 14:41:29 STENBOL - Malbatên girtiyan îro dîsa xwestin li ber Girtîgeha Bakirkoyê daxuyaniyê bidin û balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe. Lê polîsan li pêş malbatan barîkad tanîn û destûr nedan malbat daxuyaniyê bidin. Piştî demekê polîsan mudaxale kir û 4 kes binçav kirin. Polîsan piştî mudaxaleyê rojnameger jî derb kirin û dest danî ser kartên dîmen û wêneyan.  Bi hezaran girtî bi armanca tecrîd bi dawî bibe li tevahiya girtîgehên Tirkiye di greva birçîbûnê de ne. 15 girtî jî hefteyek e bi heman armance ketine rojiya mirinê. Çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Malbatên girtiyan bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe, meşiyan ber girtîgeha Bakirkoyê û xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîsan mudaxaleyî dayikan kir û destûr nedan dayik daxuyaniyê bidin. Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan jî bi armanca piştgiriyê bide dayikan tev li çalakiya dayikan bû. Malbatên ku li ser rêya E-5 rûniştin, xwestin bimeşin girtîgeha Bakirkoyê. Lê polîsan destûr nedan ku dayik bimeşin girtîgehê. Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan bi polîsan re diyalog danî û xwest destûr bidin dayikan ku biçin ber girtîgehê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan dîsa destûr neda û diyar kir ku belav nebin wê mudaxale bike.    Piştî astengiya polîsan, malbat belav bûn. Dema malbat û dayik belav bûn bi tîlîliyan belav û û polîsan muaxale kir. Polîsan di mudaxaleyê de 4 kes bi lêdanê binçav kirin.    KARTÊN ROJNAMEGERAN DESTESER KIRIN   Polîsan li vir kartên wêne û dîmenên rojnamegeran desteser kirin.