Li Wanê 11 kes hatin binçavkirin 2017-11-15 13:07:50 WAN – Li Wan û navçeyên wê di serdegirtina malan de 11 kes hatin binçavkirin.  Polîsan li navçeyên Tuşba, Rêya Armûşê, Şax û Erdîşê yên Wanê serê sibê zû bi ser gelek malan de girtin. Di serde girtina malan de 11 kes hatin binçavkirin. Di nav de ku rêveberê MEYA-DER’a Wanê ya bi KHK’ê hat girtin Salîh Kaplan ê 72 salî jî heye 11 kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Wanê. Hat zanîn ku 11 kes bi îdiaya “Alîkariya rêxistinê kirine” hatine binçavkirin. Navên 10 kesên din nehat hînbûn.    Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci ya qeyûm li şûna wê hatibû tayînkirin û xwişka wê Gulîstan Bagci jî serê sibê hatibûn binçavkirin.