Antropolog Ozbudun: Erdogan hewl dide zuriyetê tune bike 2017-11-15 12:58:14 ENQERE - Antropolog Sibel Ozbudun, helwesta Serokê AKP'ê Erdogan ya "15 zarokên Teroristan hene. Bizewicin, zêde bibin" hewldana islaha nifûsê ye û wiha got: "Li pey vê gotinê hewldana tunekirina zuriyetê heye. Ev rûreşî ye."  Serokê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan çend roj berê got "Bizewicin, zêde bibin. 15 zarokên terorîstan hene". Li dijî vê gotina Erdogan bertek û nerazîbûn zêde dibin. Antropolog Sibel Ozbudun, bal kişand ser mînakên nijadperestî, faşîzm û zayendîperestiyê yên cîhanê û wiha got: "Gavek piştî vê gotinê zuhakirina zuriyetê ye. Berê jî ABD li dijî niştecîhê Bakurê Amarîkayê Avusturalya li ser Aborjinan, Îngîlîstanê li ser Hintiyan heman tişt pêk anî. Dixwazin nifûsê islah bikin. Li ser navê venertinê ji bo kesên mazlum zêde  nebin hewldana tunekirina zuriyetê ye."    MA / Deniz Nazlim